Nêçîrvan Barzanî: Almanya di hevkarîkirina Pêşmerge de berdewam dibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, wan civîneke erênî ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê encam dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, wan civîneke erênî ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê encam dan.

Herwiha aşkere kir, Almanya li ser hevkariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibe û got. “Di civînê de guftûgo li ser rewşa niha Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê hatin kirin.”

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Bazanî, li gel Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel civiyabû û piştî civînê di kongirekî rojnamevanî ya hevbeş de got: "Em spasiya alîkariyên Almanya ji bo gelê Kurdistanê dikin" û behsa wan dijwariyan kir ku bi ser Êzdiyan û mişextên destê DAIŞê de hatin.

Biryar e îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li gel şêwirmenda Almanya Angela Merkel jî bicive û li gel wê hemû pirsên girêdayî Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.