Rêkarên yasayî li dijî Şasiwar Ebdilwahid têne girtin

Serokatiya Dozgeriya Giştî daxwazê ji Dadgeha Lêkolînan a Silêmaniyê dike, rêkarên yasayî li dijî Şasiwar Ebdilwahid û kenala “NRT” bigire ber, ku tometbar in bi handanê bi xelkê bo tundûtûjiyê di nava xwepêşandanên parêzgeha Silêmaniyê de bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Dozgeriya Giştî daxwazê ji Dadgeha Lêkolînan a Silêmaniyê dike, rêkarên yasayî li dijî Şasiwar Ebdilwahid û kenala “NRT” bigire ber, ku tometbar in bi handana xelkê bo tundûtûjiyê di nava xwepêşandanên parêzgeha Silêmaniyê de bikin.

Di nivîsekê de ku wêneyek jê ketiye destê K24ê, Serokatiya Dozgeriya Giştî tê daxwaz ji Dadgeha Lêkolînan a Silêmaniyê dike rêkarên pêwîst li dijî Şasiwar Ebdilwahid bigirin ber, ku tê de hanê bi xelkê dide xwepêşandanan bikin û di encama van xwepêşandanan de jî encamên xirab derdikevin, wek şewitandina dam û dezgehên hikûmî û wêrankirina cihên geştiyarî.

Di nivîseke din jî, Serokatiya Dozgeriya Giştî daxwazê ji Dadgeha Lêkolînan a Silêmaniyê dike rêkarên pêwîst li dijî kenala “NRT” ya Şasiwar Ebdilwahid bigire ber, ku bi sedema rumala wê ji xwepêşandanan welatiyên navçeya Pîremegrûn re hin dîmen û hevdîtin ligel xwepêşanderan bi awayekî zindî belav kirin, ku tundûtûjî û handana welatiyan li xwe digire ji bo derketina ser avahiyên hikûmî yên wê navçeyê.

Şasiwar ku niha li derveyî welat e, duh bi riya kenala “NRT” re ji xelkê xwast li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê derkevin kolanan. Herwiha kenala “NRT” ku Şasiwar gotiye ku wî firotiye û xwediyê wî yê niha ne diyar e li bajarokê Pîremegrûnê û navçeyên din dîmenên zindî yên kesên ku êrîşî dam û dezgehên hikûmî û baregehên partiyan kirine belav kirin û wek piştevanîkirin hevdîtin bi wan kesan re kir.