Mafê parlemanteriyê ji 6 parlemanterên HDPê tên standin

Zextên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam dike û vê carê jî mafê parlementeriyê ji destê Leyla Zanayê hate standin. Bi vî awayî hejmara parlementerên HDPê yên ku mafê parlementeriyê ji destê wan hatiye standin bû 6 parlemanter.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Zextên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam dike û vê carê jî mafê parlementeriyê ji destê Leyla Zanayê hate standin. Bi vî awayî hejmara parlementerên HDPê yên ku mafê parlementeriyê ji destê wan hatiye standin bû 6 parlemanter.

Parlementerên ku mafê parlementeriyê ji destên wan hatiye standin ev in:

Leyla Zana – Agirî

Fîgen Yuksekdag – Wan

Tuba Hezer – Wan

Besîme Konca – Sêrt

Nursel Aydogan – Diyarbekir

Faysal Sariyildiz – Şirnex

Herwiha 9 parlementerên HDPê jî bi tohmeta endambûn û bangeşekirina PKKê di girtîgehan de ne.

Di derbarê Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş de 33 doz hate vekirin û ji bo wî heta 482 salan cezaya zindanîkirinê tê xwestin.

Dozger dixwazin jî Parlementera Mêrdînê Gûlser Yilirimê jî bi 81 salan ceza bikin.

Berî çend rojan di derbarê Wekîlê Serokê Firaksiyona HDPê Îdrîs Baluken de biryar derketibû û ew 16 sal û 8 mehan hate cezakirin.

Dadgeha Diyarbekirê jî 10 sal cezaya zindanîkirinê da Parlementera Colemêrgê Selma Irmakê.

Dîsa Dadgeha Diyarbekirê 8 sal û mehekê ceza da Parlementerê Colemêrgê Abdullah Zeydanî.

Ji bo Parlemntera Diyarbekirê Çaglar Demîrelê jî 7 sal û nîv ceza hate dayîn.

Parlemntera Mûşê Burcu Çelîk jî bi 6 salan hate cezakirin. 

Di derbarê Hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yûksekdagê de jî 25 doz hatin vekirin û wê heta niha ji 4 tawanên cuda 5 sal ceza girtine.

Dadgeha Şirnexê jî 4 sal û 7 meh ceza da Parlementerê Şirnexê Ferhat Encûyî.

HDP biryarên dadgehan wekî biryarên siyasî û dijî hiquqê pênase dike. Dadgehên Tirkiyê û Hikûmeta AK-Partiyê jî HDPê bi piştgirîkirina PKKê tohmetbar dike.

Wisa xuya dike ku şerê di navbera PKK û Arteşa Tirkiyê çend dijwar be, derfetên siyaseta sivîl jî ew qas tengtir dibe.