“Ak Partî dê di hilbijartinan de dengên Kurdan winda bike”

Operasyona Tirkiyeyê ku li hember Efrînê didome, ji aliyê stratejîst û siyasetmedarên Bakur ve wekî şikestina civaka Kurdan pênase dikin.

 

K24 – Diyarbekir

Operasyona Tirkiyeyê ku li hember Efrînê didome, ji aliyê stratejîst û siyasetmedarên Bakur ve wekî şikestina civaka Kurdan pênase dikin. Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê Mehmet Kaya amaje dike ku Ak Partî li Bakur ji pozisyona nûnertiya Kurdan dûr ketiye û encamên vê şikestinê dê di hilbijartinan de xwe bidin der. Serokê Berê yê Ak Partiya Diyarbekirê Aydin Altaç jî dibêje; ji bo ku ev şikestin ji ser Kurdan were rakirin, pêdivî bi demê û pêşxistina polîtîkayeke çeker a Ak Partiyê heye.

Operasyona Tirkiyeyê ya li hember Efrînê, hem di nav qada civakî hem jî di nav qada siyasî ya Diyarbekirê de wekî bandoreke neyînî ya li ser civaka Kurdan tê nirxandin. Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Mehmet Kaya, operasyonê wekî wendakirina Ak Partiyê ya nêzîkahiya Kurdan dinirxîne.

Serokê DÎTAM'ê Mehmet Kaya ji K24ê re got: "Di demeke nêz de hilbijartinên Tirkiyeyê hene û di vê hilbijartinê de dê xelk berteka xwe ya li hember vê operasyonê diyar bike. Ez dikarim bibêjim ku Ak Partî li Bakur ji pozisyona xwe ya ku nûnertiya beşeke Kurdan dikir, bi lez û bez dûr dikeve, lê ji ber tifaqa bi MHP'ê re nikare gavên ku pêşî lê bigire jî bihavêje. Heger ev polîtîka wisa bidome, Ak Partî dê di hilbijartinan de rêjeya xwe ya dengên Kurdan gelek kêm bike."

Axaftinên rayedarên Dewleta Tirkiyeyê û biryara berdewamiya Operasyona li hember Efrînê, di nav siyasetmedarên Kurd de jî wekî peydakirina şikestina civaka Kurd tê nirxandin. Serokê Berê yê Ak Partiya Diyarbekirê Aydin Altaç jî dibêje; wekî ku ev operasyon li hember Kurdên Sûriyeyê hatibe destpêkirin tê nîşandan lê di rastiya xwe de ne wisa ye, hemû tişt ji bo parastina sînoran û aramiya Kurdên Sûriyeyê ye.

Aydin Altaç dibêje: "Kurdên cîhanê heta niha ji Emerîkayê fêdeyek nedîtine, ji Rûsyayê jî nedîtine. Ango em li peyî wan bimeşin û gele me jî zerarê bibîne; kuştin bela û teşqele werin serê gelê me, ev tiştekî ne baş e. Em li vê herêmê bi gelên herêmê re, bi dewletên herêmê re aramî û aboriya xwe çiqas pêşve bibin, dê gelê me ewqas fêdeyê bibîne."

Li gorî lêkolînerên civakî û siyasetmedar radigihînin; hem şert û mercên Rewşa Awarte hem jî berteka Tirkiyeyê ya li hember Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, dîtbariyeke wisa li ser Kurdên cîhanê peyda kir ku Tirkiyeyê li hember Kurdan polîtîkaya xwe guherandiye û amaje dikin ku dê ev yek bandorên neyînî li ser siyaseta Ak Partiyê bike.