Sûrên Diyarbekirê hildiweşin
Sûrên Diyarbekirê ku ji sala 2015'an ve ye di nav Mîrateyên Cîhanî yên UNESCO'yê de cih digirin, li ber hilweşînê ne.
K24 – Diyarbekir
Sûrên Diyarbekirê ku ji sala 2015'an ve ye di nav Mîrateyên Cîhanî yên UNESCO'yê de cih digirin, li ber hilweşînê ne. Ji ber ku bergirên pêwîst nayên girtin, kevirên ku ji sûran dikevin, li ser jiyana welatiyan jî metirsiyê çêdikin. Endezyar û avahîsaz jî balê dikişînin ser xetereya hilweşîna sûran û bang li UNESCO û sazî û dezgehên fermî yên pêwendîdar ên navxweyî dikin ku xwedî li sûrên Diyarbekirê derkevin.
Sûrên Diyarbekirê ku bi sedan sal in bi saxlemiya xwe dihatin zanîn, bi xetereya hilweşînê re rû bi rû mane. Sûrên ku dorhêla bajêr dipêçin, ji ber bêeleqebûnê texrîb dibin û ji bo ku hişyariya vê xetereyê li welatiyan bê kirin, li bin her sûrekê tabelayên baldariyê hatine danîn. Doçentê Alîkar ê Beşa Endezyariya Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê Îdrîs Bedîrhanoglû, ji bo zeximkirina sûran dibêje; divê di serî de bin sûran werin kolan û valahiyên jêrzemînê werin zeximkirin.
Îdrîs Bedîrhanoglû ji K24ê re wiha axivî:"Ji bo sûran divê xebatên zeximkirinê bên kirin. Divê dora sûran were dorpêçkirin û nehêlin ku mirov û seyare di ber re derbas bibin. Ji bo zeximkirinê jî divê lêkolîîn werin destpêkirin û xebatên fiîlî bên kirin. Lewra dema ku li derekê xetereyek çêbibe, ew tişt zûtir xirab dibe."
Hilweşîna hin beşên sûran ji jor ve pêk tê û teşe û dîtbariya sûran a berê bi temamî xirab nîşan dide. Hinek sûr jî ji jêr ve texrîb dibin û kevirên ku ji bin sûran dikevin, ji aliyê endezyar û avahîsazan ve hîn bêhtir bi xetere tên dîtin. Hevserokê Jûra Avahîsazên Diyarbekirê Şerefxan Aydin jî dibêje; hêviya me ew bû ku piştî Sûrên Diyarbekirê derbasî nav mîrateyên cîhanî hatin kirin, zêdetir bihatina parastin lê ev yek pêk nayê.
Şerefxan Aydin dibêje: "Mixabin piştî ku UNESCO sûran tenê li ser kaxez kir bin parastina xwe, kir nav mîrateyên cîhanî; piştî wê tu gavek nehavêt ango niha ev sûrên Diyarbekirê bi hilweşînê re rû bi rû mane û ne tu kes, ne tu sazî ne jî tu berpirsiyar destên xwe nadin ber vê hilweşînê."
Sûrên Diyarbekirê, berî zayînê di sala 346'an de ji aliyê Constantiniusê II. ve hatine çêkirin û bi 82 bircên xwe; li cîhanê piştî Sûrên Çînê, Sûrên Antakya û Sûrên Stenbolê; sûrên Diyarbekirê cihê xwe digirin. Sûrên Diyarbekirê di 4'ê tîrmeha 2015'an de digel Bexçeyên Hewselê derbasî nav Mîrateyên Cîhanî yên UNESCO'yê hatibûn kirin. Endezyar û avahîsaz jî diyar dikin ku xwedîderketina li mîrateyên navxweyî, bêyî ku li benda UNESCO'yê bên hiştin, peywira rayedaran e û divê demildest destwerdana pêwîst bê kirin.