Arteşa Azad a Sûriyê aliyên siyasî yên Tirkiyê kiriye 2 beş
Arteşa Azad a Sûriyê aliyên siyasî yên Tirkiyê kiriye 2 beş. Li gor hikûmeta Tikriyeyê ew qehreman in, lê li gor CHPê jî rêxistinek terorîst e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Arteşa Azad a Sûriyê aliyên siyasî yên Tirkiyê kiriye 2 beş. Li gor hikûmeta Tikriyeyê ew qehreman in, lê li gor CHPê jî rêxistinek terorîst e.
Arteşa Azad her çend di rojeva Tirkiyê de mijarek nû be jî Tirkiye ji destpêka şerê navxwe ya Sûriyê heta niha bi awayek xûrt piştgiriya wê dike. Niha 3 komên çekdar ên vê rêxistinê digel leşkerên Tirkyeyê şerê Efrînê dikin.
Hezaran çekdarên Arteşa Azad a Sûriyê digel Arteşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê şer dikin û berî niha jî di Operasyona Mertala Firatê de cih girtibûn. Lê pêwendiyên vê rêxistinê û Tirkiyeyê bi tenê van her dû operasyonan re sînoradar nîne. Tirkiye 7 sal in bi awayek xûrt piştgiriya wan dike.
Arteşa Azad a Sûriyê di sala 2011an de di pêşengtiya Riyad Esad de hate damezirandin û armanca wan rûxandina rejîma Esad bû. Piştre 30 komên çekdar beşdarê wan bûn û di sala 2012 an de li bajarê Antalyayê kom bûn. Di encamê de Civata Leşkerî ya Bilind hate avakirin û Selîm Îdrîs bû Fermandarê wan ê nû.
Dewletên wekî Arabîstana Suudî, Qatar, Îmarat, Tirkiye û Amerîka piştgiriya Arteşa Azad a Sûriyê kirin.
Arteşa Azad ji sedî 50ê erdê Sûriyê kontrol dikir. Lê dema Amerîka piştgiriya xwe kişand hêza xwe winda kir û nekarî li hemberî DAÎŞê û YPGê berxwe bide.
Di sala 2014an de Selîm Îdrîs ji fermandariyê hate dûrxistin û Abdulilah El Beşîr cihê wî girt.
Arteşa Azad piştî demekê jihev belav bû û di sala 2016an de ji aliyê Tirkiyeyê ve jinûve hate sazkirin. Sala borî digel Arteşa Tirkiyeyê beşdarê Operasyona Mertala Firatê bûbû. Niha jî beşdarê Operasyona Efrînê dibe û çend komên ko di operasyonê cih digirin ji wan jî ev in.
Lîvaya Sultan Murat: Di sala 2013an de hate damezirandin û 5 Hezar çekdarên wê hene. Ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve bi kuştina sivîlan tên tohmetbar kirin. Navê xwe ji Padîşahê Osamnî digre û ji tirkemen û ereban pêk tê.
Feyleqa Şamê: Di sala 2014an de bi yekbûna 19 rêxistinên Îslamî ava bû.
Ehrar el Şarqiye jî, di sala 2016an de ji aliyê Ebu Marya El Kahtanî ve hate damezirandin. Ev koma çekdar ji El Nusrayê cûda bûbû.
Arteşa Azad a Sûriyê siyaseta Tirkiyê jî kiriye 2 beş û li gor Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp ew qehreman in. Lê li gor CHP jî rêxistinek terorîst e.