Ecindeyên hêzên global û herêmî li Sûriyê li pêş çareseriyê dibin rêgir
Aliyekê ji bo bidawîanîna şerê navxweyî yê Sûriyê hewlên çareseriyê zêde bûne aliyekê jî li qadê liv û tevger zêde dibe. Geşedanên weke operasyona Efrînê, geşedanên li Idlîbê, xistina frokeya Rûsî ya cengê wek plan û hesabên hêzên global û herêmî li ser Sûriyê hêj bidawî nebûye tê nirxandin. Li gorî pisporan heta ku ev heasb bidawî nebin çareserî nepêkan e.
K24 – Enqere
Aliyekê ji bo bidawîanîna şerê navxweyî yê Sûriyê hewlên çareseriyê zêde bûne aliyekê jî li qadê liv û tevger zêde dibe. Geşedanên weke operasyona Efrînê, geşedanên li Idlîbê, xistina frokeya Rûsî ya cengê wek plan û hesabên hêzên global û herêmî li ser Sûriyê hêj bidawî nebûye tê nirxandin. Li gorî pisporan heta ku ev heasb bidawî nebin çareserî nepêkan e.
Aliyekê ji bo çareserkirina qeyrana şerê navxweyî yê Sûriyê ku ev 7 sal in berdewam dike, hewlên çareseriyê tên dayîn aliyekê jî ji ber şerê wekaletan yên hêzên global û herêmî ji bo çareseriyê encamên giring nayên bidarsxistin.
Bi lûtkeyên Cinêv, Astana û Soçiyê lêgerîna rêyên çareseriya siyasî tê kirin ligel vê yekê hêzên li qadê rê nadin ku ji van lûtkeyan encamek erênî derkeve.
Hewla Tirkiyê ya bi operasyona Efrînê lavazkirina PYDê, hewlên Amerîkayê ya ku bi alikariyên bo PYDê dixwaze li Sûriyê mayîna xwe dirêj bike, amadekariyên Rûsya û Îranê yên bo operasyoneke li ser muxalifên Idlîbê û ji aliyê muxalifan ve xistina frokeyeke Rûsî.
Li gorî Pisporên li Enqera paytexta Tirkiyê beşdarî konferanseke ku li ser qeyrana Sûriyê û rola Rûsuyayê ya li herêmê hate lidarxistin bûn, ev geşeden hemû jî didin nişandan ku li herêmê şerê bihêzbûn û wekaletê berdewam dike.
Endamê Lijneya Têkîliyên Navdewletî yê Rûsyayê Yury Barmin di konferansê de got: “Di heyama Obama de Amerîka hewl dida ku xwe ji herêmê dûr bixe û ev valahî ji hela Rûsyayê ve hat tijekirin. Plana Rûsyayê ew e ku xwe bigihîne Deryaya Spî û Atlantîkê loma jî Rojhilata Navîn ji bo Rûsyayê gelek girîng e ji ber vê Moskova dixwaze li Sûriyê rola xwe zêdetir bike û bi tifaqa digel Tirkiye û Îranê jî hêza xwe zêdetir kir. Amerîka jî di ser PYD re hebûna xwe li Sûriyê berdewam dike. Heta ku hêzên global di nav xwe de li hev nekin û daxwazên hêzên herêmî jî cîbicî nekin zehmet e ku ev krîz bi dawî bibe.”
Di qeyrana Sûriyê de hêza herî xwedî rolek mezin PYD ye û bi piştevaniya Emerîkayê di têkoşîna dij DAIŞê de hêz û qawetek mezin bidest xist. Ligel vê yekê di têkçûna têkiliyên Enqere û Washîngtonê de bû sedema sereke. Rûsya jî ku niha ligel Tirkiyê ye bi qasî Emerîkayê nebe jî ew jî bi PYDê re din ava têkîliyan de ye.
Pispor jî balê dikşînin li ser van pêwendiyên aloz û dibêjin ew yek rê li ber bêbaweriyekê vedike di navbera aliyan de û çareseriyê jî zehmettir dike.
Pisporê Têkiliyên Navdewletî Talha Kose ji K24ê re got: “Amerîka bi navbeynkariya PYD dixwaze li ser Sûriyê bibe xwedî hêzek. Tirkiye jî li dijî PYD ye. Rûsya jî dixwaze di bin desthilatdariya rejîma Esad de ji bo Kurdan herêmeke xweser bê avakirin. Bi qasî Amerîka ne be jî Rûsya jî piştgiriya PYD dike. Ev hisab û plan lihevkirina hêzên li Sûriyê jî zehmettir dike.”
Li gorî pisporan di heyama ku ji bo çareseriya qeyrana sûriyê hewl evqas gur bûne ji ber gengeşî û tevgerên li qadê ne mimkûne ku demek nêz de çareseriyek pêk bê û bêdawînebûna hesabên hêzên Global û herêmî hêwiyên çareseriyê jî dide taloqkirin.