Amerîka tankeke din li Dêra Zorê jinav dibe

Kenala CNN girtevîdyoyek belav kir, tê de Hevpeymaniya Navdewletî tankeke T 72 a hêzên bi ser rêjîma Sûriyê ve li Dêra Zorê jinav dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kenala CNN girtevîdyoyek belav kir, tê de Hevpeymaniya Navdewletî tankeke T 72 a hêzên bi ser rêjîma Sûriyê ve li Dêra Zorê  jinav dibe.

Ajansa Reuters li ser zarê berpirsekî Amerîkî belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî roja yekşema bûrî li parêzgeha Dêrezorê tankeke hêzên bi ser rêjîma Sûriyê ve jinav bir, dema derbasî navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bû.

Bi gotina wî berpirsê Amerîkî, di wê lêdanê de bi kêmanî 2 çekdarên bi ser wê hêzê ve hatine kuşt.

Bi vê lêdanê ev dibe duyem operasyona Hevpeymaniya Navdewletî di vê hefteyê de li dijî hêzên bi ser rêjîma Sûriyê ve li Dêra Zorê, ku di 7 vê mehê de  operasyonek li djî hêzên bi ser rêjîma Sûriyê ve encam da, tê de zêdetir ji 100 çekdarî hatin kuştin.