Amerîka dikare ji Sûriyê vekişe?

Aloziya li Sûriyê bandorê li aramiya cîhanê dike. Gelo Amerîka dikare ji Sûriyê vekişe? Li gorî Abdullah Kiran her çiqas Tirkiye bixwaze jî, ji ber sermiyana ku bi wir ve girêdaye ne mimkûn e ku Amerîka ji Sûriyê vekişe.

 

K24 – Stenbol

Aloziya li Sûriyê bandorê li aramiya cîhanê dike. Gelo Amerîka dikare ji Sûriyê vekişe? Li gorî Abdullah Kiran her çiqas Tirkiye bixwaze jî, ji ber sermiyana ku bi wir ve girêdaye ne mimkûn e ku Amerîka ji Sûriyê vekişe. Bi boçûna Fûad Elîko jî, Tirkiye û Rûsyayê li ser Sûriyê bazarek girêdane. Di wê bazarê de Tirkiye jê dixwaze ew piştevaniyê nede PKKê, Rûsya jî di vê bazarê de çareseriya xwe ya siyasî ya li Sûriyê li Tirkiyê ferz kiriye.

Aloziya siyasî ya li Sûriyê her diçe zêde dibe. Gelo daxuyaniya Trump ya derbarê vekişîna ji Sûriyê çiqasî rasteqînî ye û egera wê yekê heye? Li gorî Prof. Dr. Abdullah Kiran, her çiqas Tirkiye û Rûsya bixwazin jî, Amerîka hêzeke hegemon e, heta alternatîfeke siyasî ku ew bixwe pê razî nîn be pêk neyê, ne ji Rojava ne jî ji Rojhilata Navîn venakişe. Ew dibêje, Amerîkayê sermiyanek li herêmê girêdaye û bi gefên Tirkiye û Rûsyayê ji ser wê xezîneya ku lê rûniştiye venakişe. Bi boçûna Kiran dema Amerîka ji Rojhilata Navîn vekişe wê Rûsya û Îran wê valahiyê dagirin. Hingî jî wê Rûsya û Îran di serî de Siûdî Erebîstanê bifetisîn û wê xeta enerjiya dinyayê bixin bin kontrola xwe.

Abdullah Kiran ji K24ê re wiha axivî: "Gava ku Amerîka ji herêmê vekişe Îran û Rûsya dê dest bavêjin dewlemendiyên herêmê bi taybetî guzergahên enerjiyê yên herêmê gelekî muhîm in. Gava ku Amerîka ji herêmê vekişe ew ê Siûdî Erebîstan di rojekê de ji aliyê Îran û Rûsyayê ve bê fetisandin. Petrola Siûdî Erebîstanê, petrola Dewletên Xelîçê van dewlemendiyan bikevin destê Rûsyayê. Ew ê Rûsya bikaribe di pîyasaya enerjiya dinyayê de bibe aktorê sereke û bimîne. Amerîka hêzeke hegemon e di dinyayê de Amerîka tiştekî wisa dike?"

Yek ji mijarên din jî ku tê nîqaşkirin pêwendiya Tirkiyê ya bi Rûsyayê re ye ku li ser bazara Sûriyê hatiye danîn. Li gorî Fûad Elîko, bazara di nava Tirkiye û Rûsyayê de ne li ser derketina ji NATOyê çêbûye. Tirkiyê, di wê bazara hevkariyê ya Rûsyayê de jê xwestiye ew piştevaniyê nede PKKê, Rûsyayê jî ji Tirkiyê xwestiye ku eger çareseriyek pêk bê li Sûriyê, wê ew çareserî li gorî daxwaza Rûsyayê be.

Nûnerê ENKSê di Opozisyona Sûriyê Fûad Elîko de dibêje: "Wexta ku Tirka li firokeya Rûsan xist di 2015an de Tirkiyê dît ku bi tenê ye. Hevalbendê wê NATO xwe lê nekirin xwedî. Ev bû wek ritfalek çêbû û berê xwe da Rûsan û lêborîn ji Rûsan xwest û têkîliyên xwe bi Rûsan re xurt kir. Tirkiye tirsiya ku Rûsya û Îran li dijî wê PKKê pêk bînin û rabû gelek tenazul ji Rûsan re kir û di aliyê rikberiya Sûriyê de jî ne wek berê bi tûjî çû meselê."

Li gorî pisporan, Amerîka û Ewropa naxwazin ku Rûsya û Îran di prosesa çareseriya Sûriyê de bibin wek şîrîkekî, loma jî di ser kuştina ajanê Rûsî re, wê dorpêça dîplomatîk û ya aborî ya li dij Rûsyayê, hê berfirehitir bikin. Ji ber ku Tirkiye jî wek hevkarê Rûsyayê tê dîtin, di meseleya Sûriyê de, dibe ku di demên pêş de, ji ber vê hevkarî û pêywendiya wê ya bi Rûsyayê re li beramberî dorpêçên aborî rû bi rû bimîne. Ev yek jî egere bandoreke neyînî li ser pêwendiya Tirkiyê ya bi Rûsyayê re bike.