Tirkiye û Yekîtiya Ewropa ne ji hev vediqetin, ne lihev dikin

Sedema vê rageşiya nû di Qesra Ellyesse de hevdîtina Serokkomarê Fransayê ya bi rêveberên YPGê û daxuyaniya piştevaniyê bû.

 

K24 – Enqere

Têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ku din ava nediyariyekê de ne carek din rageş bûn. Sedema vê rageşiya nû di Qesra Ellyesse de hevdîtina Serokkomarê Fransayê ya bi rêveberên YPGê û daxuyaniya piştevaniyê bû. Ev hewla ku ji aliyê Enqerê bi tundî hate şermezarkirin li Tirkiyê carek din eleqeya ji bo Yekîtiya Ewropayê kêm kir. Lê belê gorî pisporan tevî hemû rageşî û aloziyan Tirkiye û yekîtiya Ewropa dev ji hev bernadin.

Heta çend roj berî niha li Varnaya bajarê Bûlgarîstanê lûtkeyeke giring pêk hatibû. Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê û yên Tirkiyê piştî civînên dûvdirêj derketibûn pêşberî kamerayan û biryar dabûn ku tevî rageşiyên di salên dawî de navbera wan de rû dane wê têkiliyên xwe berdewam bikin.

Piştî vê lûtkeyê di navbera Tirkiyê û Fransayê ya ku piştî Elmanyayê welatî herî mezin yê Yekîtiya Ewropayê ye qeyranek nû rû da. Sedema vê qeyranê jî ew bû ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macran di qesar Ellyesse yê de rêveberên YPGê kiribû mêvanê xwe.  Ev serdana ku ji aliyê Tirkiyê ve bi tundî hete şermezarkirin carek din rê li ber nîqaşên li ser kêşeyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de vekir.

Pisporê Têkîliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê Gîray Sadik li ser vê pirsê ji K24ê re got: “Di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de evqas kêşe hene ku hêj yek nehatiye çareserkirin yekî din dest pê dike. Daxuyaniyên Hollanda û Avusturyayê yên dij Tirkiyê û heman daxuyaniyên welatên din yên di nava Yekîtiyê de hene. Ligel vê daxuyaniyên van welata yên ji bo piştevaniya rêxistinên ji aliyê Tirkiyê ve terorîst têne dîtin û îdîayên ku Tirkiye dibe welatekî otorîter hene.  Ev sedem hemû di têkiliyan de her gav rê li ber rageşiyê vedikin. Bi ya min sedema vê yekê jî li Ewropayê bihêzbûna aliyên netewperest û dijislamê ne.”

Li Ewropayê bihêzbûna aliyên netewperat û dijislamê, dijberiya Tirkiyê jî zêde dike.  Ev helwest li Tirkiyê jî dibe sedema gurbûna dijberiya Ewropayê û zêdebûna van dijberitiyan têkîliyan jî berev şikestinekê ve dibe. Lê belê tevî van hemû şikestin û hewlên dijberitiyê her du alî jî dev ji hew bernadin.

Pispora Têkîliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê Doç.Dr.Başak Yavcan dibêje: “Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê hewceyî hev in loma ji hev venaqetin. Tirkiye di ciheke stratejîk de disekine loma Yekîtiya Ewropa hewceyî Tirkiyê ye. Dema ku Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê veqete û bibe hevkarê Rûsyayê ev ji bo Ewropayê vendahiyeke mezin e. Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê veqete têkîliyên Ewropayê yên bi Asya, Avrasya, Rojhilata Navîn û cografyeya Îslamê jî qut dibin. Ji ber van hemû sedeman Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyê re têkiliyên xwe qut nake. Heman tişt ji bo Tirkiyê jî derbas dibe ji ber ku Tirkiyeke ku ji Yekîtiya Ewropayê veqete derbarê dahatûya xwe de wê bikeve di nava diltirsiyeke mezin de.”

Li gorî piraniya pisporan ji ber ev sedemên siyasî yên mezin û girîng her du alî girêdayî hev in. Helbet sedemên aborî jî di têkneçûna têkiliyan de cihek giring digrin çimkî Tirkiye nêviya zêdetir pêwendiyên xwe yên bazirganî bi welatên Ewropayê re pêk tîne û ji bo Ewropayê jî Tirkiye bazareke mezin e. ji ber vê pispor amaje dikin tevî hemû rageşiyan wê têkîlî berdewam bikin.