Erdogan: Hilbijartinên pêşwext di 24ê Hezîranê de ne
Serokomarê Tirkiye û Serokê Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Partî) Receb Tayyip Erdogan: Hilbijartinên pêşwext di 24ê Hezîran a 2018an de ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiye û Serokê Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Partî) Receb Tayyip Erdogan di avahiya Serokomariyê de, ligel Serokwezîr Binali Yildirim û endamên Desteya Birêvebir a AK Parti KOngreya Rojnamevanî lidar dixe û ragihand ku: Hilbijartina pêşwext li Tirkiye di 24ê Hezîran a 2018an de lidar dikeve.
Proseya axaftina liser hilbijartinên pêşwext ji alî Serokê Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) Dewlet Bahçeli ve hate destpêkirin. Heman demê muxalefeta Tirkiye jî amadebûna xwe ji hilbijartinên pêşwext re diyar kirin.
Îro di demjimêr 13:30an de (bi demj a Hewlêrê) Erdogan ligel Bahçeli hevdîtinek pêkanî û diyarkir ku, di demek nêzîk de helwêsta xwe û AK Partî dê rabighîne. Piştî civîna ligel birêvebiriya AK Partî biryara 24ê hezîranê hate dayin.
C.B