Amerika: Di Rewşa Awarte de hilbijartin, cîhê dilgiraniyê ye

Nauert got ku: “Bêguman em dixwazin hilbijartinek ewle, azadane û şeffaf bibînin, lê baweriya me bi vê yekê kêm e û dilgiraniyên me hene”…

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerikayê Heather Nauert, Rewşa Awarte ya li Tirkiye bibîr anî û got ku: Di Rewşa Awarte de pêkanîna hilbijartinek şefaf, dadwer û azad zehmet e.

Di kongreya xwe ya rojnamevanî de, Peyvdara Wezareta derve  bibîr anî ku, ev nêzîkî du salan e li Tirkiye Rewşa Awarte heye. Gava Rewşa Awarte heye, dive bête zanîn ku, hebûna rewşek azadane, şefaf û dadwêrane zehmet e û em vê yekê dizanin.

Nauert got ku: “Bêguman em dixwazin hilbijartinek ewle, azadane û şeffaf bibînin, lê baweriya me bi vê yekê kêm e û dilgiraniyên me hene”…

 

 

C.B