Tirkiye: Bila Amerika li karê xwe binere

Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim bersîva Heather Nauert da: “Bila Amerika li karê xwe binere. Bila gotinên weha nekin, ger bixwazin hilbijartinên me bibînin û azadiya, şeffafiya, dadweriya hilbijartina me bibînin, bila werin amade bin û bibînin”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxûyaniya Wezareta derve ya Amerika ku, di Rewşa Awarte de dilgiraniyên wan liser hilbijartinek şeffaf, azad û dadwêr li Tirkiye heye, aciziyek mezin ligel siyasetmedarên desthilata Tirk peyda kirin.

Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim bersîva Heather Nauert da: “Bila Amerika li karê xwe binere. Bila gotinên weha nekin, ger bixwazin hilbijartinên me bibînin û azadiya, şeffafiya, dadweriya hilbijartina me bibînin, bila werin amade bin û bibînin”.

Hilbijartinên pêşwext li Tirkiye di 24ê Hezîranê de encam didin û Rewşa Awarte li Tirkiye heta meha Tîrmehê hatiye dirêjkirin. Ango hilbijartin di Rewşa Awarte de pêk tên.

 

C.B