Hikûmeta Sûriyê nasname û belgeyên welatiyan diguhere
Di gel rewşa zor ku Sûriyê tê re derbas dibe, Wezareta Navxwe ya Sûriyê kar dike da nasnameyên kesayetî û hin belgeyên din ji welatiyên Sûriyê re biguhere û di dema hin dibînin ku bicîkirina vê biryarê zehmet e, hin siyasetmedar dibêjin ku armancên rêjîma Sûriyê di vê biryarê de siyasî ne.
K24 – Qamişlo
Di gel rewşa zor ku Sûriyê tê re derbas dibe, Wezareta Navxwe ya Sûriyê kar dike da nasnameyên kesayetî û hin belgeyên din ji welatiyên Sûriyê re biguhere û di dema hin dibînin ku bicîkirina vê biryarê zehmet e. Berpirsên TEVDEMê jî dibêjin ku armancên rêjîma Sûriyê di vê biryarê de siyasî ne.
Li gorî Wezareta Navxwe ya Sûriyê biryar e di dema bê de li ser guherîna nasnameyên kesayetî ji welatiyên Sûriyê re kar bikin, ku li gorî Wezîrê Navxwe Mihemed El-Şe'ar di dema bê de dê nasnameyên kesayetî herwiha bawernameya ajotinê û derfeta çekan jî dê bêne guhertin.
Li gorî zagona Sûriyê her 10 salan nasnameyên kesayetan têne guhertin û di vê derbarê de zagona navbûrî dê cîbicî bibe, lê hin parêzer dibînin ku pêwîst e zemîneke guncaw ji biryareke hevawa re bê avakirin û didin zanîn ku rewşa Sûriyê û hejmara bilind a koçberan ti serketinê nade vê biryarê.
Parêzer Ibrahîm Ehmed li ser vê mijarê ji K24ê re got: “Guhartina nasnameyê aramî, karîn û dem jê re divêm di nerîna min de jî ev yek niha li Sûriyê peyda nabe, ji ber ku xelkê belawela ne û cihin hene jî ne di destê rêjîmê de ne, karînên wan nagihê, rewşa aborî ya Sûrî lawaz e û karmendên wê hemû ne li ser hev e. Di baweriya me di dê gelek zehmetî hebin.”
Ji aliyekî din ve hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku gelek armancên rêjîma Sûriyê ji vê biryarê hene, nemaze der barê pêkanîna guhertina demugrafî û dûrxistina xelkên dijberî rêjîmê ji pirosêsên hilbijartinan ku di dema bê de dê qonaxeke giring be di Sûriyê de. Serkirdên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) tekez dikin jî ku bicîkirina vê biryarê dê metirsiyên ewlehî mezin li ser welatiyên Sûriyê peyda bike.
Serkirde di TEV DEM'ê de Ferhad Têlo dibêje: “Ji me re wek Yekîtiya Leberal a Kurdistanê di hundir TEVDEMê û Rêveberiya Xweser de em jî vê yekê dişopînin, ka wê bigihê çi astê û biryar çawa be û nasnameyên elktironî dê bi çi rengî bin, wê demê nerînên me jî dê li ser hebin, lê bi giştî metirsiyek li ser vê pirsê heye, ji ber ku zêdetir ji aliyê siyasî, leşkerî û ewlehiyê vet ê standin.”
Di sala 2004'an de cara dawî bû ku nasnameyên kesayetan di Sûriyê hatine guhertin û tevî di wê demê ti kirîz di Sûriyê de tune bûn, lê pirsgirêk ji xelkên koçber re peyda bûn. Di rewşa aloz de ya ku Sûriyê têre derbas dibe, pêşbîn e pirsgirêkên ewlehî ji hezarên welatiyan re peyda bibin.