CHP û SP: Ne me HDP li derveyî tifaqê hişt
Nûnerên CHP'ê û Partiya Saadetê yên bajarên Bakûrê Kurdistanê dibêjin; me dixwest ku HDP jî di nav vê tifaqê de be.
K24 – Diyarbekir
Li Tirkiyeyê piştî ragihandina tifaqa AK Partî û MHP'ê ya bi navê "Cumhur" CHP, ÎYÎ Partî û Partiya Saadetê jî tifaqa xwe ragihandin û navê wê wekî "Milet" danîn. Lê nûnerên CHP'ê û Partiya Saadetê yên bajarên Bakûrê Kurdistanê dibêjin; me dixwest ku HDP jî di nav vê tifaqê de be. Tirsa CHP'ê û Partiya Saadetê ew e ku di gera duyemîn a hilbijartinên Serokomariyê de dengdêrên Kurd ji ber lidervehiştina HDP'ê û faktora ÎYÎ Partiyê dengên xwe nedin namzedê tifaqa "Milet".
Li gorî ragihandina rayedarên saziyên anketan, li Tirkiye û Bakur ji sedî 20 dengên Kurdan hene û nîvê van dengan ji AK Partiyê re û nîvî jî ji partiyên muxalefetê re tên dayîn. Bi ragihandina tifaqên hilbijartinê re AK Partî, CHP û Partiya Saadetê dixwazin girîngiya dengên Kurdan li ber çavan bigirin. Lê lidervehiştina HDP'ê Partiyên wekî CHP û Saadetê dixe nav fikaran. Serokê Şaxa CHP'ê ya Diyarbekirê Mehmet Sayin got; bila Kurd bizanibin ku biryara lidervehiştina HDP'ê, ne biryara CHP'ê bû.
Mehmet Sayin ji K24ê re got: "Ne CHP'ê HDP li derve hiştiye. Bila hemû Tirkiye vê yekê bizanibe. Lê partiyên ku di nav tifaqê de cih digirin, ji alîgirên xwe dipirsin û li gorî daxwaza wan biryarê didin. Dibe ku dengdêrên Partiya Saadet û ÎYÎ Partiyê HDP'ê nexwestibin. HDP 6 milyon deng hene. Dibe ku li herêmê wekî ku HDP li derveyê tifaqê tê hiştin, lê bila her kes bizanibe ku CHP'ê, HDP li derveyî tifaqê nehişt."
Piştî têkçûyîna pêvajoya çareseriyê, rayedarên CHP'ê bi sedan caran serdana bajarên bakûr kirin û xwestin ku dengên xwe li bakûr zêde bikin. Partiya Saadetê jî amadekariyên aşkerekirina rapora Çareserkirina Pirsa Kurd dike û ew jî dixwaze dengên xwe yên Kurdan zêde bike. Her du partî jî naxwazin ku ji ber lidervehiştina HDP'ê dengên wan ên ji Kurdan kêm bibin, dixwazin ku di gera duyemîn a hilbijartinê de dengên xwe bidin namzedê wan. Serokê Şaxa Partiya Saadetê yê Diyarbekirê Fesîh Bozan got; me jî dixwest ku HDP jî di nav tifaqa me de cih bigirta.
Fesîh Bozan wiha axivî: "Em wekî Partiya Saadetê dixwazin ku rêz li HDP'ê û dengdêrên wê bê girtin. Ne me jî HDP li derveyê tifaqê hişt, me dixwest ku partiyên muxalefetê li ser prensîban li hev bikin. Lê sedemeke lidervehiştina HDP'ê jî ew bû ku dê tifaqa AK Partî û MHP'ê me bi hevalbendiya HDP'ê û HDP jî bi partiyeke wekî piştgiriya rêxsitinê dike, nîşan bida."
Rayedarên HDP'ê gazincan ji tifaqa CHP-ÎYÎ Partî - Partiya Saadetê û Partiya Demokrat dikin û dibêjin ku armanca vê tifaqê û tifaqa AK Partî û MHP'ê ew e ku Kurdan li derveyê parlementoya Enqere bihêlin. Li beramberê van her du tifaqan HDP'ê jî berê xwe daye Partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî. Tê çaverêkirin ku li hember tifaqên "Cumhur" û "Milet" HDP, Huda-Par, Hak-Par û Partiyên Kurdistanî li ser prensîbên hevpar tifaqeke ku ne fermî be jî ava bikin.