Haşimî: Di siyasetê de krîz heye, ez xwazyarê dengên Kurdan im

Namzetê Parlementeriyê di rêza yekem de ji Partiya Saadetê li Diyarbekrê Seyid Haşim Haşimî, beşdarî bernameya BasîRoj a Kurdistan24 bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Namzetê Parlementeriyê di rêza yekem de ji Partiya Saadetê li Diyarbekrê Seyid Haşim Haşimî, beşdarî bernameya BasîRoj a Kurdistan24 bû û liser Hilbijartinên Tirkiye û pêgeha Kurd, Girîngiya dengderê Kurd, Vizyona Partiya Saadetê ya çareseriya rastiya Kurd û cudahiya Partiya Saadetê ji yên din, di mijara rastiya Kurd de, nirxandinên xwe anîn ziman.

Haşimî, proseya niha ya li Tirkiye wekî krîza siyasî binav kir. Anî ziman ku, AK Partî bi taybetê di hevpeymaniya xwe ligel Partiyên nîjadperest MHP û BBP de nikare nêzîkahiyek erênî di rastiya Kurd de pêkbîn e. Herweha herçend naxwaze liser ideoliojiya û xeta siyasî ya HDp biaxife jî, lê bi taybetî di nîşandan a kandidên parlementeriyê de kesayetiyê Tirk ku, nirx û nerîdên Kurdistanê nizanin, baweriya olî ya Kurdan nizanin kirin e rêzên sereke yên listeyên xwe de.

Seyid Haşim Haşimî, rastiya Kurd wekî pirsek sereke ya Tirkiye binav kir û anî ziman ku, tenê Partiya Saadetê ye ku mafê zimanê zikmakî wekî zimanê perwerdeyî jî, ji Kurdan re xwestiye.

Haşimî got: Me misyonek heye, min misyonek heye. Ew misyon hêza xwe ji gelê Kurd digre. Partî tên û diçin, lê ew misyon her dimîne.

 

 

C.B