Nîjadperestên Tirk şerê hevûdu kirin: 6 brîndar
Di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên 24ê Hezîranê de her du Partiyên nîjadperest, li meydana Emirsultan hatin beramberî hevûdu û şerê hevûdu kirin

K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Bursayê di navbeyna alîgirên Partiyên nîjadperest ên Tirk – IYI Partî û MHP de liser deliqandina alayan şer derket. 6 kes brîndar bûn.
Di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên 24ê Hezîranê de her du Partiyên nîjadperest, li meydana Emirsultan hatin beramberî hevûdu û şerê hevûdu kirin. Polisan piştî hewlên zêde karîn şerê aliyan bixin bin kontrolê de.
IYI Partî ji MHP cuda bû ye û di hilbijartinên 24ê Hezîranê de her du Partî di du bereyên dijber de cîh digrin. MHP di bereya Cumhur, IYI Partî di bereya Millet de ye.
C.B