The Economist: Encamên Hilbijartinan di destê dengderên Kurd de ye
Kovara Brîtanî ya navdar The Economist di gotarek lêkolînî liser hilbijartinê Tirkiye de diyar dike ku, “Encamên hilbijartinên Tirkiye di destê dengderên Kurd de ye”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kovara Brîtanî ya navdar The Economist di gotarek lêkolînî liser hilbijartinê Tirkiye de diyar dike ku, “Encama hilbijartinên Tirkiye di destê dengderên Kurd de ye”.
Ligor The Economist heta berî demekê Kurdan Erdogan bi erênî dinirxand, lê kiryarên Ak Partî yên dijberiya Referendûma serxwebûna Kurdistanê, dagîrkirina Efrînê, hevkariya ligel MHP ev hêvî şkandin. Jiber vê yekê dengderê Kurd, niha bi erênî êi Erdogan temaşe nake.
The Economist destnîşan dike ku, ger di gera yekem de kandîdek Serokomariyê ji sedî 50 zêdetir deng neyîne, girîngiya dengên Kurdan dê hîn jî zêdetir bibe.
C.B