“Malîkî dibe Serokwezîrê Iraqê”
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî bi piştevaniya Îranê xwe ji bo pêkanîna hevpeymaniyeke mezin amade dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî bi piştevaniya Îranê xwe ji bo pêkanîna hevpeymaniyeke mezin amade dike.
Rojnameya “okaz” a Siûdiyê belav kir, Îran bi awayekî çalak kar dike ku Nûrî Malîkî hevpeymaniyeke mezin dirust bike. Aşkere kir jî, ji bo wê armancê jî Nûrî Malîk ligel Balyozê Îranê yên Iraqê Îrec Mescidî civiya.
Wê rojnameyê diyar kir jî, li hember hevpeymaniya di navbera Serokê Lîsta Saîrûn Muqteda Sedir û Serokê Lîsta Nesir Heyder Ebadî de, Îran bi giranî piştevaniya Malîkî dike.
Jêderekî ji pêwendiyên di navbera Rêberê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedir û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amêrî agahdar ragihand, Hadî Amêrî ji hatina Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî nîgeran e û ew bi niyaz e ji hevpeymaniya bi Saîrûn re vekişe.
Ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, berî zêdetirî 2 hefteyan Serokê Lîsta Saîrûn Muqteda Sedir û Serokê Lîsta Fetih Hadî Amêrî li ser pêkanîna hevpeymaniyekê lihev kiribûn.
Wî jêderî aşkere kir jî, niha guftûgo di navbera Hadî Amêrî û Malîkî de hene û reng e ev hevpeymaniya nû pêwendiyê bi hêzên Sunî û Kurdî re bikin, da ku hevpeymaniyeke mezin bi serokatiya Malîkî dirust bikin.
Amaje bi wê jî kir, ev hevpeymaniya nû pêwendiyê bi hin endamên Lîsta Ebadî re dikin, ta hin endaman ber xwe ve vekişînin û perçebûnekê di nava lîsta Ebadî de çê bikin.
Hilbijartinên parlemantoya Iraqê roja 12ê Gulana bûrî bi rê ve çûbû, lê ta niha ti hevpeymaniyek mezin ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û destnîşankirina serokwezîrê nû nehatine pêkanîn.
S. B