HDP liser dengên wendakirî, dê pêdaçûnê bike
Partiya Demokratîk a Gelan HDP radighîne: Ew dê pêdeçûn li ser bajarên ku dengê xwe kêm kirin e bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan HDP radighîne: Ew dê pêdeçûn li ser bajarên ku dengê xwe kêm kirin e bikin.
Her du hevserokên HDPyê di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de daxûyanî dan rojnamevanan û diyar kirin ku, ew digel her cûre zext û astengiyan karîn e benda hilbijartinê derbas bikin û serkeftinek mezin bidestxistin e. Herwiha pêdeçûnek jî, li ser bajarên ko dengê xwe kêmkirine bikin. Hevserokê HDPyê Sezaî Temellî da zanîn ku, Selahattîn Demîrtaş 4,5 milyon deng wergirtiye û divê di zûtirîn dem de were azadkirin.
Temelli got: Me peyamên kesên ko dengê xwe dan e HDPyê wergirt. Em hêviyên wan vala dêrnaxin û dê tekoşîna me berdewam bike. Herwiha me peyamên kesên ko dengê xwe nedane me jî wergirt. Em dê pêdeçûnek li ser kêmasiyên xwe bikin û hewl bidin ko careke din dilê wan nêzikê xwe bikin. Hilbijartin di şert û mercên ,meşru, demokratîk, û dadperwerane de birêve neçû. Hilbijartin di bin sîha rewşa awarteyê de çêbû. Digel her cûre astengiyan HDP karî benda hilbijartinê derbas bike û serkeftiye. Herwiha namzetê me Selahattîn Demîrtaş jî digel her cûre astengî û şert û mercên girtîgehê kariye dengê 4 milyon û nîv kesan bistîne û divê di zûtirîn dem de were azadkirin.
C.B