“Parlamenterên AKPê yên Kurd bo çareseriya kêşeya Kurd nikarin fişarê bikin”
Gelo ev parlamenter wê karibin ji bo çareseriya kêşeya Kurd hin gavan bavêjin?
K24 – Stenbol
Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de AK Partiyê li Bakurê Kurdistanê 65 parlamenter derxistin. Gelo ev parlamenter wê karibin ji bo çareseriya kêşeya Kurd hin gavan bavêjin? Bi boçûna çavdêran egera wê nîn e ku li derveyî partiya xwe tevbigerin û bo çareseriyê refleksekê nîşan bidin.
Digel gelek nîqaş û kêşeyên heyî li holê li Tirkiyê hilbijartinên 24ê Hezîranê çûne serî. Piştî hilbijartinê mijara ku zêdetir niha balê dikişîne û herkes meraqa wê dike çarseriya kêşeya Kurd e. Gelo di vê prosesa nû de ew 65 parlamenterên AK Partiyê ku ji bakurê Kurdistanê hatin hilbijartin û giraniya wan karsaz in, karibin vê mijarê bînin rojevê? An jî di warê çareseriya kêşeya Kurd de ji bo rawstandina şer wê bikaribin karîgeriyekê li ser Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bikin? Bi boçûna nivîskar û çavdêrê siyasî Azad Sagniç ji ber ku çanda bîatê serdest e li Tirkiyê ew parlamenterên hatine hilbijartin jî ên ji Bakurê Kurdistanê, wê nikaribin ji bo çareseriya kêşeya Kurd zextan li desthilatê bikin. Ji ber ku ew bi tenê li parlamenteriya xwe difikirin da careke din bêne hilbijartin.
Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Azad Sagniç ji K24ê re jî wiha axivî: "Ew navên ku ji nava AK Partiyê hatine hilbijartin li Bakurê Kurdistanê ne ji bo çareseriya kêşeya Kurd, ji bo parlamenteriyê û berjewendiyên xwe yên karsaziyê çûne parlamentoyê. Çavê wan lê ye ji xwe re îxaleyên mezintir bistînin. Ji bo vê yekê jî ew tû carî kêşeya Kurd nayînin rojevê. Di vê derbarê de ez bê hêvî me ku ew parlamenterên Kurd ên di nava Ak Partiyê de li ser vê pirsa giring xwedî karîgeriyekê bin."
Li gorî çavdêrê siyasî Pakrat Astukyan jî, di siyaseta Tirkiyê de ji ber pergala nû ya serokkomariyê ji xwe parlamenter hatine bêerkirin. Bi ser de ew parlamenterên ku ji bajarên Kurdan jî hatine hilbijartin ên li ser navê desthilatê, tû carî nikarin ji bo prosesa çareseriya kêşeya Kurd refleksekê nîşan bin.
Pakrat Astukyan dibêje: "Bi vê pergala nû ew taybetmendiya parlamenteran ya karîgeriyê ji destê wa hate standin. Lewa tû hêvîyeke min nîn e, ji wan navên ku ji bajarê Kurdan hatine hilbijartin ku feydeyeke wan bigihîje çareseriya kêşeya Kurd. Serê rêveberiya partiyê siyasetê diyar dike. Hemû parlamenter jî mecbûr in serî li ber bitewînin. Yek ji wan jî wê nikaribe înîsîyatîfekê ragire. Bi boçûna min, 65 parlamenterên AK Partiyê ku ji bajarên Kurdan hatine hilbijartin, li ser navê aştî û demokrastiyê heyf û xebînetek in."
Çavdêrên siyasî dibêjin dema parlamenterên di nava desthilatê de behsa kêşeya Kurd dikin careke din nikarin bibin parlamenter. Wek mînak jî Galîp Ensarîoglu tê destnîşan kirin. Niha çavê herkesî lê ye û meraq dike, gelo ji nava wan parlamenteran wê hindek jê karibin li ser çareseriya kêşeya Kurd bi îradeya xwe tevbigerin an na?