HDP: Hilbijartin di bin gef û êrîşan de bi rê ve çûye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de raporek berfireh belav kir. HDPê eşkere kir ku pêvajoya hilbijartinê di bin gef, zext û êrîşan de bi rê ve çûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de raporek berfireh belav kir. HDPê eşkere kir ku pêvajoya hilbijartinê di bin gef, zext û êrîşan de bi rê ve çûye.

Li gor rapora HDPê di pêvajoya bangeşeya hilbijartinê de gelek neheqî li dijî wan hatiye kirin. AK-Partî û MHP ji alîkî ve hemû derfetên dewletê ji bo bangeşeyên xwe bikar anîne û ji alîkî din ve roja hilbijartinê çavdêrên wan hatine astengkirin û gef li wan hatiye xwarin û bi êrîşan re jî rûbirû mane.

HDPê aşkere kir, di encama pêvajoya bangeşeyê ya 58 rojan de 114 gef û êrîş hatiye kirin û 394 kes hatine girtin. Herwiha 8 kesan jî canê xwe ji dest dane û 54 kes jî birîndar bûne.

Hibijartinên serokomarî û parlemantoya Tirkiyê di 24ê Hezîranê de bi rê ve çû, di encamê de jî HDPê 67 kursî di parlemantoya Tirkiyê bidest xist.

 

S. B