Temelli: Serkeftîtirîn Partî ya hilbijartinê HDP ye
Temelli diyarkir: Biser her tiştî jî me benda ji sedî 10 derbas kir û em di Parlementoyê de ne

K24 - Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Sezai Temelli di civîna hevserokên bajaran ên HDP de gotarek pêşkeşkir û anî ziman ku, serkeftîtirên Partî di Hilbijartina 24ê Hezîranê ya Tirkiye – ji bo Serokomarî û Parlemententoyê Partiya wan HDP ye.
Temelli diyarkir: Biser her tiştî jî me benda ji sedî 10 derbas kir û em di Parlementoyê de ne.
Hevserokê HDP herweha anî ziman ku, sistema Serokomariyê ya desthilatê, dê pêşiyê li demokrasî û aştiyê bigre.
Temelli got ku, wekî HDP ger hilbijartina pêşwext a heremî bibe, ew amade ne.
C.B