Li başûrê Efrîqa karmendên balyozxaneya Tirkiye li xwepêşandaran dan

Ligor Ajansa Nûçeyî ya Efrîqa (ANA), karmedên Balyozxaneya Tirkiye êrîş birin ser grûba çavdêriya Tirkiye û çendîn kes ji wan brîndar kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Karmendên balyozxaneya Tirkiye li Pretoria li başûrê Efrîqa êrîşî xwepêşandarên, ku hatina Serokomarê Tirkiye Erdogan bo welatê wan protesto dikin, kirin û çendîn xwepêşandar hatin brîndar kirin.

Ligor Ajansa Nûçeyî ya Efrîqa (ANA), karmedên Balyozxaneya Tirkiye êrîş birin ser grûba çavdêriya Tirkiye û çendîn kes ji wan brîndar kirin. Wê grûbê hatina Erdogan bo başûrî Efrîqa protesto kirin û dirûçmeyên “kujerê zarokan”, “neyê welatê me” hildabûn...

Xwepêşandaran ji Ajansa Nûçeyî ya Efrîqa (ANA) re diyar kirin ku, başûrê Efrîqa welatek demokrat û azad e û wan xwestiyê helwêsta xwe eşkere bikin, lê rastî êrîşên karmendên balyozxaneya Tirkiye bûn e. Xwepêşandarek nîşan da ku, çawa bi pixînan karmedên balyozxaneyê rûye wî brîndar kirin e.

 

C.B