Rewşa Awarte rabû, lê rewşeke awartetir tê cibicîkirin

Pêşniyarnameya qanûnî ya têkêl ku wê di şûna Rewşa Awarte cih bigire û ji 18 xalan pêk tê ji aliyê parlamentoya Tirkiyê ve hate pejirandin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêşniyarnameya qanûnî ya têkêl ku wê di şûna Rewşa Awarte cih bigire û ji 18 xalan pêk tê ji aliyê parlamentoya Tirkiyê ve hate pejirandin. Li gorî vê yaseyê wê parêzger dikarin her cûrre çalakiyan qedexe bikin, welatiyan ji nava bajêr biajon û qedexeya li kolanan ragihînin. Parêzer Ercan Kanar Seroka ÎHDya Stenbolê Gulseren Yolerî ev mijara krîtîk nirxadin.

Pêşniyarnameya Qanûnî ya ku ji 18 xalan pêk tê û têkoşîna li dij terorê jî dihewîne ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê hate pejirandin. Ev yase di raya giştî de bûbû cihê nîqaşên mezin. Ev yaseya têkêl ku hate pejirandin, şûna Rewşa Awarte digire ku Rewşa Awarte jî piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê hatibû ragihandin û 7 caran jî hatibû dirêjkirin. Li gorî Parêzer Ercan Kanar bi vê yaseya tekel, Tirkiye 80 sal bi paş de çûye û digel hemû kêmasiyên xwe rejima parlamenteriyê ya demokratîk bi temamî bi dawî hatiye û di şûna wê de rejimeke mornarşîk û totalîter hatiye cîbicîkirin.

Parêzer Ercan kanar ji K24ê re jî wiha axivî: "Mixabin, digel serdema referandûma Destûra Bingehîn, hilbijartinên 24ê Hezîranê û bi vê yaseya têkel ya dawîn Tirkiye 80 salan bi paş ve çûye. 80 sal berê zordestiya partiyekê hebû, niha jî bi rêya yaseyan hertişt ketiye bin kontrola mirovekî. Bi vê yaseyê re, hemû mafên me yên herî reva jî li beramberî gef û xetereyeke mezin in; ku li gorî rêgezên sîrakuzayê di şer û pevçûnan de jî ew maf divê neyêne binpêkirin. Bi boçûna min, ji aliyê azadî û mafên binghîn, kêmnetewe, mafên demokratîk û siysî ve Tirkiye derbasî proseseke reştarî bûye."

Li gor parêzerên pispor ên destûra bingehîn, bi saya erka ku ji bo parêzgeran hatiye terxankirin, wê karibin li ser daxwazê 15 rojan welatiyan dûrî bajer bikin an jî nexin nava bajêr. Herwiha wê parêzgar karibin, qedexeya kolanan ragihînin û civîn û çalakiyên partiyên siyasî, dam û dezgehên medenî, komele û weqfan jî qedexe bikin. Bi boçûna Seroka Şaxa ÎHDya Stenbolê Gulseren Yolerî jî, di pêş de wê hemû civînên Kurdan û Elewiyan ên bi nirxên xwe ve têkîldar bêne qedexekirin û rênedin tû sendîqe an jî muxalefeta Tirkiyê ku bixwaze çalakiyan li dar bixe.

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî dibêje: "Wê gelek encamên xirap rû bidin bi vê yaseya nû re; ji ber ku li ser naveroka Rewşa Awarte hatiye amadekirin. Mekanîzmayên ku di bin erkê hikûmetê kar bikin hatine damezrandin. Bê yasayîbûn kirin yase, êdî li Tirkiyê hiqûqê ne xwedî erkekê ye. Yek jê jî erka parêzgeran e. Rewşa Awarte rabû lê di şûna wê de rewşeke hê awartetir hate cîbicîkirin. Ji bo hemû kesên ku li Tirkiyê dijî ev yaseya nû rîskeke gelekî mezin e."

Bi rêya vê yaseyê wê mêweya biçavkirinê ji 4'an derkeve 12 rojan. Digel polîsan erkê jendermeyan jî hatiye berfirehkirin. Ji îro bi şûnde wê bê sedem jenderme karibin li wesayît û malên welatiyan lêgrînê pêk bînin. Ji destdatîna ser kompîtûran, yase rê dide wê yekê ku telefonên welatiyên bergûman jî bêne guhdarîkirin. Di vê yaseya nû de di derbarê MIT'a Tirkiyê de arastekirina pirsan jî hatiye qedexekirin li welatiyên Tirkiyê. Herwiha di şer de an jî ragihandina seferberiyekê de hemû siyasî û sucdarên ji heqareta li dij serokkomar jî wê li dadgehên leşkeriyê bêne darizandin