Tirkiye hêvî dike Amerika rêgirî lipêş Operasyona Idlibê bike
Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bang li Amerîka û hêzên navnetewî dike ko rê li ber operasyona Îdlîbê were girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bang li Amerîka û hêzên navnetewî dike ko rê li ber operasyona Îdlîbê were girtin.
Kalin di derbarê egera Operasyona Îdlîbê de gotarek belav kir û da zanîn ko operasyona Îdlibê wekî bombeya biseet li pêşwiya wan rawestiya ye û divê rê liber were girtin. Operasyona Îdlîbê ji xeynî mirin û karesata mirovî, tişteke din bi xwe re nayne û dê bibe serkeftina hikûmeta Suriyeyê. Divê Serokê Amerîkayê Donald Turmp û civaka navnetewî operasyona Îdlibê asteng bike, da ko ew bikaribin ji bo çareseriya krîza Suriyeyê dest bi pêvajoyeke nû bikin.
Duhî li Îranê Lûtkeya Tehranê di navbeyna Serokên Rûsya, Îran û Tirkiye de encam da. Ligor şirovevanan sekna Tirkiye di vê Lûtkeyê de negihişt encamekê, jiber vê yekê ye îro Tirkiye hawar a xwe gihandiye Amerika û welatên rojava.
C.B