Mem û Zîn bo her du zimanên Îngilîzî û Almanî hat wergerandin
Serokê instituta Zimanê Kurdî li Berlînê Dr. Firyad Fazil Mem û Zîn bo her du zimanên Îngilîzî û Almanî wergerand.
K24 – Berlîn
Instituta Zimanî Kurdî li Berlînê Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bi zimanên Almanî û Îngilîzî weşand. Serokê instituta Zimanê Kurdî li Berlînê Dr. Firyad Fazil, bi komkirin nêzîkî 19 belgeyên Xanî ji zimanên Rûsî û Polandî û bi şêweyê helbestê bi alîkariya zankoya Firay a Berlinê belav kirine. Dr. Feryad Fazil ev zêdetir ji 20 salan e mijûlî wergerandina Mem û Zînê ye dibêje: Bi piştbestin bi nêzîkî 19 belge û nivîsên Xanî ev kar hatiye encamdan.