Hunermendekî Kurd çanda Kurdan ji nû ve zindî dike

Hunermendekî Diyarbekirî yê bi navê Gokhan Aslan, ji wênesaziyê heta peykertiraşiyê nexş û nîşaneyên aîdê çanda Kurdan ji nû ve zindî dike.

 

K24 – Diyarbekir

Hunermendekî Diyarbekirî yê bi navê Gokhan Aslan, ji wênesaziyê heta peykertiraşiyê nexş û nîşaneyên aîdê çanda Kurdan ji nû ve zindî dike. Yek ji xebatên hunermendê Kurd a herî girîng jî ew e ku yek bi yek li sûr û bedenên Diyarbekirê geriya ye û hemû sembolên şaristaniyên ku şopa xwe li bajêr hiştine, yek bi yek ji nû ve xêz kiriye û xebata hunermendê Kurd, li welatên biyanî jî bal kişandiye. Daxwaza hunermend jî ew ku hunera ku ew û hunermendên wekî wî dikin, di bin siya hunera populer de nemîne.

Gokhan Aslan, hunermendekî Diyarbekirî ye û 23 sal in ku bê navber bi karê hunerê re bilî dibe. Aslan bi tabloyên ku heta niha xêz kirine, ji sala 2000'î û heta sala 2015'an beşdarî 18 pêşangehên mezin bûye. Di tabloyên Gokhan Aslan de herî zêde nexşên aîdê çanda Kurdî tên dîtin û di hemû wêneyên ku hatine xêzkirin de çîrokek û nehêniyek veşarî ye. Hunermendê Kurd herî zêde ji pêşdarazên li hember hunerê bi gazinc e û dibêje; huner gerdûnî ye, divê kes cudakariya ol, nijad û zimên di hunerê de negere.

Hunermend Gokhan Aslan ji K24ê re wiha axivî: "Helbet eleqeya nifşê nû, ji bo hunerê heye. Lê pirsgirêkeke mezin heye. Ango destbikarî heye, meyla li ser şaxên hunerê heye; lê piştgiriya ku hewce ye; ji malbat û derdorê nabînin. Ji ber vê yekê jî gelek kesên ku di pêşerojê de bibin hunermendên mezin, neçar dimînin ku ji vê rêyê vegerin. Ez bixwe jî wisa bûm. Bêyî ku malbata min hay ji aliyê min ê hunerî hebe, min xwe di nav vî karî de dît. Ez bi hezkirineke mezin karê hunerê dikim, lewra huner hilberîn e."

Di nav beşên hunera Gokhan Aslan de ne tenê wênesazî, beşa peykertiraşiyê jî heye ku ji her amûr û bermayiyên cuda, berhemek bi dest dixe. Dema mirov li atolyeyê digere, mirov dibîne ku hunera  Gokhan Aslan, hunereke piralî ye. Hunera peykertiraşiyê ya ku beşeke ji qada hunera Aslan e, bi sûretên ku her yek peyamekê dide hunerhezan, di destên hunerî de tên teşedayîn. Li gorî Gokhan Aslan dibêje; çanda Kurdan a nehênî di nexş û teşeyên berê de diyar e û derxistina vê nehêniyê ya rûyê erdê, karekî girîng e.

Gokhan Aslan dibêje: "Nêzîkî 100 salan e, bi taybetî li herêma me mezin û pêşengên me yên ku bi beşên hunerê re bilî bûne û dibin hene. Lê wisa xuya ye ku civak zêdetir meyla xwe dide ser hunera populer. Ji ber ku eleqe ji bo wê beşa hunerê zêdetir e, mixabin kesên ku bi van beşên hunerê re bilî dibin, li pişt perdeyê dimînin an jî nikarin derkevin ser dika pêşberî hunerhezan. Ji bo ku mirov çand û hunera neteweya xwe nas bike û bide naskirin, îlla ne hewce ye ku mirov dengbêj an hunermendên hunera klasîk be. Gelek nexşên ku dîroka me bi me didin naskirin jî hene ku nayên dîtin."

Ev tablo jî berhemeke navdar a Gokhan Aslan e. Taybetiya ku vê tabloyê navdar kiriye jî raza sûr û bedenên Diyarbekirê ye. Ango li ser vê tabloyê nexş û motîfên li ser sûr, mizgeft, medrese û dîwarên kevirîn ên Diyarbekirê hene û ev tablo li Zanîngeha Londrayê ya Oxsfordê jî bala mamosteyekî Kurd kişandiye û hevdîtinên dan û stendina vê tabloyê dest pê kirine.  Daxwaza hunnermendê Kurd jî ew e ku piştgiriya hunermendan were kirin ku çand û huner bi her aliyê xwe di nav hevsengekê de were pêşvebirin.