8. Mîhrîcana Qulingan bi dîmenên balkêş hat lidarxistin
Hewza mezintirîn Gola Kurdistanê Gola Wanê, bi taybetiyên xwe yên xwezayî yên balkêş, her carê bi mijarekî dibe ciyê mîhrîcanan.
K24 – Wan
Hewza mezintirîn Gola Kurdistanê Gola Wanê, bi taybetiyên xwe yên xwezayî yên balkêş, her carê bi mijarekî dibe ciyê mîhrîcanan. Di 30'ê Îlonê de jî,li Gola Arçekê ku wek bihuşteke çûkan tê pênasekirin, 8. Mîhrîcana Teyrên Quling hat lidarxistin. Beşdarên mîhrîcanê di saetên zû yên sibê de, ji bo seyr û temaşeya qulingan li Arçekê bûn.
Teyrên Quling ku salê bi 10 hezaran km difirin, di nav çandên cuda de, bûne mijarên çîrok û sitranan. Yek ji Rawestgeh û ciyê bêhnvedana Teyrên Qulin, Gola Arçekê ye ku gelek caran tenê ji bo temaşeya çûkên lê dijîn, mazûvaniya welatî û geştiyaran dike. Bi vê mebestê jî mîhrîcana teyrên quling ku îsal heştemîn e tê lidarxistin.
Qaymeqam û Qayimê Şaredariya Îpekyolû ya navçeya Wanê Cemîl Ozturk, balê kişand ku ew van mîhrîcanan ji bo hişyariya parastina giyan û xweşiyên xwezayê û danasîna wan taybetiyan lidardixin. Ozturk balê kişand ku bi sedan cure çûk li vê golê dijîn û teyrên quling ku mijara mîhrîcanê ne jî yek jiwan cureya ye.
Qeymeqam û Qayimê Şaredariya Îpekyolû Cemîl Ozturk ji K24ê re wiha axivî: "Bi navê 'baskên rojhilat' em 8. Mîhrîcana qulingan lidardixin. Em li gola Arçekê ne, gola Arçekê wek bihuşteke çûkan jî tê nasîn. Li Turkiyeyê bi giştî 453 cure çûk hene, 232 ji wan cureyan jî li vê hewzê dijîn. Em wiha di demjimêrên zû de ji bo temaşeya filamîngoyan yanî qulingên deq sorik li vir in."
Di çarçoveya mîhrîcanê de, pênîşandana reksên Kafkasyayê, konsert û çalakiyên cuda jî hatin lidarxistin.
Bi taybet pênîşandan reksên Kafkasî di mîhrîcanê dê, bi baldariyeke baş hat temaşekirin. Endamê reqsên ji çandên cudareng Ûgûr Ûla jî, ji bo Kurdistan24 ragiahand ku ew bi komeke ji 30 kesî pêkhatî ji Stembolê hatine û kêfxweşin ku li vir welatiyan kêfxweş dikin.
Lîstikvan Ûgûr Ûla dibêje: "Ev 19 sal e ku em karê reqs û folklorî dikin. Tenê leystikên Kafkasî na, em ji hemû çandan reqs û folkran amade û pêşkêş dikin. Ev yekem car e, ez hatim Arçekê û kêfxweşim ku me huner û reqsên xwe bi tevlîkirina gel li vir pêşkêş kir. Xwezayeke taybet û bêhempa li vir heye."
Filamîngo ango Teyrên Quling, her sal di dawiya meha Sibatê de, ji Başûrê Efrîqayê berbi Serhedê ve tên û piştî ku hewa demsala zivistanê destpê dike jî careke din vedigerin. Welatiyên heremê bi çûyîna Qulingan dizanin ku demek nêzîk de dê sermaya demsala zivistanê destpê bike.