Hunermenda Operayê Mizgin Tahir konsertek lidar xist

Mizgîn Tahîra ku yekem hunermenda Kurd ya ku kilaman bi şêwaya operayê dibêje li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi deng û awaza xwe ji bo guhdarvanên xwe konsertek lidarxist.

 

K24 – Enqere

Mizgîn Tahîra ku yekem hunermenda Kurd ya ku kilaman bi şêwaya operayê dibêje li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi deng û awaza xwe ji bo guhdarvanên xwe konsertek lidarxist. Tahîra ku ji gundeki Roajavaye kilamên dengbêjên navdar bi qalibê operayê strandin û guhdarvanan jî bi muzîka hunermenda Kurd demeke xweş derbas kirin.

Di sala 1976an de li gundê Dirbesiya ser bi Serê Kaniya bajarê Rojava ji dayîk dibe li wir dixwîne û piştî qedandina perwerdaya xwe ya dibistanê zanîngeha Şamê beşa arkeolojiyê qezenc dike hunermenda Kurd Mizgîn Tahîr. Lê belê ew ligel xwendina xwe bi mûzîkê re eleqedar dibe û bi alîkariya mamosteyên xwe derbas dibe konservatûarê beşa konservatûarê. Tahîra ku yekem hunermenda Kurde ku kilaman bi şêwaya operayê dibêje li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi deng û awaza xwe ji bo guhdarvanên xwe konsertek lidarxist.

Hunermenda Kurd ya Operayê Mizgîn Tahîr ji K24ê re wiha axivî: "Ez bixwe girêdanek tam dibînim di neqaba dengbêjî û operayê de. Ji ber ku li vê derê, çîrokeke, şanoyeke, kes in, stran in, diyalog hen e û di nava destanan, dengbêjiyê de jî heman tişt hene."

Kilamên Hiseynê Farê, Ayşe Şan, Meryem Xan, Şakiro, Karapetê Xaco û gelek dengbêjên din û stranên hunermendê Îtalyanî yê operayê Giuseppe Verdî û yê Îspanyolî Manuel Difa bandorek mezin li ser Hunermenda Kurd Mizgîn Tahîr kiriye. Ji loma jî Hunermanda Kurd dema ku asta muzîka Kurdî ya niha nirxand diyar kir ku divê hunermend teqlîdan neke û bi kevneşopiyên xwe ve giredayî be.

Mizgîn Tahîr dibêje: "Asta muzîka Kurdî mixabin di cihê xwe de maye an paşve çûye li gorî ku em qala wê dengbêjiya xwe ya xurt û yên wan stranên xwe xurt yên gelerî dikin. Û em stranên xwe niha dinêrin tiştekî nebaş diyar dibe ku em nikarin derdên xwe bi wê xweşikbûnê bêjin."

Guhdarvanan jî eleqeyek mezin nîşanî konsertê dan û hest û ramanên xwe yên derbarê muzîka Mizgîn Tahîr de ji bo mikrofona Kurdistan24ê re parvekirin.

Guhdar Hamza Pamuk: “Mizgîn Tahîr hunermendek gelek hêja ye di hunera Kurdî de. Ez bi salane wê nasdikim lê îro bû nesîb ku bi çavên xwe bibinim. Ez gelek kêfxweş im ku li vê derê me.”

Guhdar Îrem Bagci: “Gelekî kêfa min ji guhdarkirina muzîkên klasîk û operayê re tê lê belê ligel ku ez nizanim Kurdî guhdarîkirina operaya Kurdî hestêke cûda bû.”

Tahîr got ew amadehiya albûmeke nû dike û projeyeke wê heye ku li Kurdistanê bi orkestrayeke mezin konsertekê lidar bixe.