Li Diyarbekirê filmê 'Sûzan Sûzî' tê kişandin
Li Diyarbekirê filmeke sînemayê tê kişandin. Di filmê bi navê 'Sûzan Sûzî' de çîroka lawikekî Misilman û keçikeke Suryan tê vegotin. Çêker û lîstikvanên filmê amaje dikin ku bi vê filmê ne tenê serpêhatiya du evîndaran tê pêşandan; dê bi vê filmê danasîna Diyarbekirê jî were kirin.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê filmeke sînemayê tê kişandin. Di filmê bi navê 'Sûzan Sûzî' de çîroka lawikekî Misilman û keçikeke Suryan tê vegotin. Çêker û lîstikvanên filmê amaje dikin ku bi vê filmê ne tenê serpêhatiya du evîndaran tê pêşandan; dê bi vê filmê danasîna Diyarbekirê jî were kirin.
Li ser Pira Dehderî ya dîrokî, vê carê beşek ji filmê bi navê Sûzan Sûzî tê kişandin. Bi derhêner û lîstikvanan tîmeke ku ji 60 kesî pêk tê, ji Stenbol'ê hatiye Diyarbekirê û ji bo kişandina çîroka evîndarên strana 'Sûzan Sûzî' dest bi xebatan kiriye. Çêkerê filmê Bedrî Ayselî ye. Ayselî hunermend û nivîskarê gotinên stranan e jî. Ayselî dibêje; em ê bi vê filmê çanda vî bajarê qedîm jî bidin naskirin.
Bedrî Ayselî ji K24ê re wiha li ser vî fîlmî axivî: "Ev bûyer ji beriya sedslan li ser vê derê hatiye jiyandin. Ev film xeyala min a herî mezin bû. Min her tim dixwest ku ez aliyên bajêr yên xweşik bidin naskirin û ev film jî ji bo min bû derfetek. Ez hêvî dikim ku em ê çand û kevneşopiya bajarê xwe baş bidin naskirin."
Filmê Sûzan Sûzî bi piştgiriya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê tê kişandin. Tê çaverêkirin ku danasîna dîroka bajêr a 7 hezar salan, çanda qedîm û dewlemend a bajêr jî were kirin. Çîroka filmê Sûzan Sûzî ji beriya sedsalan dest pê dike. Li gorî rîwayetan; li pişt Çiyayê Çilan Serdangeha Çilan heye û ew der wekî cihekî pîroz tê pênasekirin. Malbatên ku xwestine bibin xwedî zarok, li ser wê serdangehê dua kirine û bûne xwedî zarok. Di wê serdemê de duaya malbateke Suryanî jî qebûl dibe û Xweda keçikek dide malbatê û vavê Sûzî ango Sûzan li keçikê tê kirin.
Derda Yasîr Yenal yek ji lîstîkvanê filmê ye. Di filmê de rola evîndarê Sûzanê yê Misilman dilîze û navî wî Adil e. Yenal dibêje; Diyarbekir wekî Parîsa herêmê ye lewra ev bajêr ji bo beşa sînemayê jî cihekî bêhempa ye.
Lîstîkvan Derda Yasîr Yenal ji K24ê re got: "Em bi tîmeke baş hewil didin ku filmeke baş bikişînin. Li gor min Diyarbekir bajarekî gelek xweş e û xwedî çandeke dewlemend e. Mizgeft û dêr lê hene. Ji her fikir û olan xelk lê dijî. Em hêvî dikin ku em ê ji dewlemendiya bajêr sûdê werbigirin."
Li gorî rîwayetan ji ber ku herdu evîndar li serdangeha Çiyayê Çilan digihîjin hev û bi hev şad dibin, serdangeh xenîmî wan dibe; Sûzan di Çemê Dîcleyê de dixeniqe û Adil jî ji qehra evîndara xwe dîn dibe. Rola Sûzanê jî lîstîkvan Berna Keskîn dilîze. Keskîn dibêje; ez cara pêşîn e têm Diyarbekirê lê wekî ku bûme evîndara Adil; bûme evîndara Diyarbekirê jî.
Lîstikvan Berna Keskîn dibêje: "Min ji çîroka filmê gelekê hez kir lê bi saya vî filmî min jî derfet dît carê pêşîn werin Diyarbekirê. Min Diyarbekir jî gelek eciband. Ev der bajarekî bêhempa ye, mirovên wê gelek baş in."
Filmê Sûzan Sûzî dê nêzî mehekê li cihên cûda yên bajêr werin kişandin. Tê çaverêkirin ku di heyama kişandina fîlmê de bi rêya çapemenî û medyaya civakî danasîna bajêr jî were kirin. Hêvî û daxwaza xelkê Diyarbekirê jî ew e ku sînemager êdî berê xwe bidin bajêr û hem vê çanda qedîm bidin naskirin hem jî ji dewlemendiya bajêr sûdê werbigirin.