Li Stenbolê 55emîn pêşbirka netewî ya fîlman destpê dike
Di vê pêşbirkê de 2 fîlmên Kurdî jî têne nîşandayîn û fîlma dertheênerê Kurd Alî Kemal Çinar ya bi navê'' Di navberê de'' Ji aliyê welatiyan ve eleqeyek mezin dît.
K24 – Stenbol
Li Stenbolê 55emîn pêşbirka netewî ya Fîlman bi nîşandayîna 7 fîlman destpê dike. Di vê pêşbirkê de 2 fîlmên Kurdî jî têne nîşandayîn û fîlma dertheênerê Kurd Alî Kemal Çinar ya bi navê'' Di navberê de'' Ji aliyê welatiyan ve eleqeyek mezin dît.
55emîn pêşbirka netewî ya fîlman ya ku li tê de 7 fîlm têne nîşandayîn li Stenbolê destpê kir. Di vê pêşbirkê de 2 fîlmên derhênerên Kurd jî têne nîşandayîn. Yek ji Derhênerên Kurd Mehmet Alî Konar bi rêya fîlma binavê ''Hewno Bêreng'' û derhênêrê dî yê Kurd Alî Kemal Çinar jî bi rêya fîlma binavê ''Di navberê de ''beşdarî vê pêşbirkê dibe.Şeva nîşandayîna fîlma derhenêrê Kurd Alî Kemal Çinar ya bi navê ''Di navberê de '' çîroka zilamekî Kurd yê ku zimanê xwe ji bîr kirî tîne pêşberî me.
Derhênerê Fîlmê Alî Kemal Çinar dibêje van demên dawiyê kêmtir fîlmên Kurdî têne çêkirin, lê pêwîst e li gor derfetan hewl bê dayîn fîlmên Kurdî bêne zêdekirin.
Derhêner Alî Kemal Çinar ji K24ê re wiha axivî: ''Salên dawiyê de sînemaya Kurdî hinekê qels e mixabin. Gelek fîlm nayên çêkirin. Di vî alî de pirsgirêkek mezin hey eli gor min. Belkî ev hinekê li gor derfet û pevajoyê jî be lê heta ji me tê em naxwazin vê sektorê vale bihêlin. Ez bawer dikim ev fîlm hinek hêviyê bide sînamegerên Kurd.Yanî bila pir nekevin nav derfeta,bûtçeyê nefikirin.yanî dikarin tiştên hêsanî û biçûk jî bên çêkirin. ”
Welatiyên ku hatine temaşeyî van fîlman jî dikin dibêjin, bi rêya van pêşbirkan derfet ji bo derhêneran derdikeve xwe nîşan bidin û pêwîst e zêdetir fîlmên Kurdî bêne çêkirin.
Temaşevanek dibêje: ''Ez wek temaşevan gelek bi kelecan im.Li gor min ev pêşbirkên wiha ji bo derhêneran derfetên gelek baş in.Mixabin van demên dawiyê de fîlmeka Kurdî ya ku dengek mezin derxistî derneketiye.Lê ez bawerim ku derhênerên Kurd dê fîlmên gelek serkeftî çêbikin û dê dinav sînemaya cîhanê ciheki mezin bidest bixin. ''
Ev festîvala ku 7 fîlman tîne pêşberî me dê heta 4ê vê mehê berdewam bike û di van rojên nîşandayîna fîlman de bi rêya gelek semîner û panelan karên sînemayê dê bêne nirxandin.