Belgefîlmê li ser Yilmaz Guney hate nîşandan

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê belgefîlmê "Dastana Şahê Naşirîn" belgefîlma derhênerê Kurd Yilmaz Guney hate nîşandan.

 

K24 – Enqere

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê belgefîlmê "Dastana Şahê Naşirîn" belgefîlma derhênerê Kurd Yilmaz Guney hate nîşandan. Ev belgefîlmê ku ji aliyê derhêner û çêkerekî Kurd ve hatiye kişandin yekem belgefîlm e ku Yilmaz Guney bi hemû awayî kesayet, huner, jiyan û serpêhatiya Yilmaz Guney dide nîşandan. Di belgefîlm de ji bilî  bi lîstikvan û mirovên Kurd û Tirk re, hevpeyvînên bi derhêner û çêkerên cîhanî re jî hevpeyvîn hene.

Derhênerê Kurd yê bi nav û deng, lîstîkvan, senarist û şoreşger… efsaneyek di sinemaya Kurd û Kurdistanê de… Yilmaz Guneyê xwediyê xelata Palmiyeya Zêrîn. Di 114 fîlman de lîstîkvan, derhêner û çêkerê 41 fîlman û senarîstê 64 fîlman û efsaneyek ku hêj gelek kar û xebatên hêja û giranbiha xistiye jiyana xwe ya kurt ya 47 salî. Ev xebat û jiyana Guney bû mijara belgefîlmekê. Belgefîlma bi navê "Çîrkîn Kral Efsanesî" ango "Destana Qralê Kirêt" bi pêşandeneke taybet li Enqereya paytexta Tirkiyeyê derket pêşberî hezkirên Guney û sînemahezan. Belgefîlmê ku ji aliyê derhênerê Kurd Hiseyn Tabakê ku li Almanyayê dijî hatiye kişandin, yekem belgefîlm e ku bi hemû awayî kesayet, huner, jiyan û serpêhatiya Yilmaz Guney dide nîşandan.

Derhêner Hiseyn Tabak dibêje, ez bi piçûktiya xwe heta niha di bin bandora sinemaya Yilmaz Guney de mame.

Hiseyn Tabak ji K24ê re jî wiha axivî: "Wêneyên Yilmaz Guney di hemû malên me yên Kurdan de li ser dîwaran daliqandiye. Bivê nevê di navbera mirov û wî wêneyî de têkiliyêk çêdibe, ji ber ku hemû kes li ser diaxive. Li malê hemû fîlmên wî dihatin temaşekirin, dema fîlmên wî dest pê dikirin hemû malbat diciviya û lê temaşe dikirin. Di fîlman de ew zêviyên pembû û tiştên din gelekî dişibiya jiyana me û bi rastî Kurdbûna Yilmaz Guney jî bandorek mezin li ser min kir û wisa ket nav dil û rihê min."

Belgefîlm gelek hevpeyvînên ligel malbata Yilmaz Guney, nas û dostên wî di hindurê xwe de dihewîne. Gelek derhenêrên biyanî yên wekî Costa Gavras, Michael Haneke jî di derbarê Guney de diaxivin. Derhêner jî amaje dike ku li Ewropayê temaşevan zêdetir Yilmaz Guney bi fîlmê "Rê" nas dikin û gelek ji wan, ji jiyana wî ne haydar in.

Derhênerê Belgefîlm Hiseyn Tabak dibêje: "Li Ewropayê temaşevan navê Yilmaz Guney bihîstibin jî wî tenê bi fîlmê wî yê "Rê" nas dikin. Wekî din derbarê jiyana wî de qet tiştekî nizanin. Ji aliyekî din ve jî wî bi tenê bi aliyê siyasî ve nas dikin. Piştî vê

belgefîlm bertekên gelekî erênî hatin nîşandan û hin salonên sînemayê dest bi nîşandayîna fîlmên Yilmaz Guney jî kirin."

Gelek dîmênên nuwaze û Kurdbûna Guneyê ku bi salan di girtîgehê de mabû û senaryoyên xwe yên herî baş li wir nivîsandibû û ji girtîgehê derhenêriya hin fîlmên xwe kiribû jî di vê belgefîlmê de cih digre.

Hiseyn Tabak dibêje: "Ez derhênerekî Kurd im. Ev belgefîlm ji bo min jî bû rêwîtiyeke ber bi nasnameya min . Ez ji Kurdbûna xwe ne dûr bûm, lê min li Diyarbekirê, li Edenê heta li Kurdistanê, li Hewlêr û Duhokê jî dîmen kişandin ji bo vê belgefîlmê û ez bi mirovan re di nava têkiliyekê de bûm. Min xwest di belgefîlmê de jî vê yekê û jiyana Yilmaz Guney bidim hîskirin".

Belgefîlmê ku di 7 salan de hatiye amadekirin, bi 48 kesan re hevpeyvîn hatiye kirin û biqasî 110 saetan dîmên hatine tomarkirin, lê bes jê 2 saet û 7 deqîqe di belgefîlmê de cih girtiye. Derhêner dide zanîn ku dê ew ê wan dîmenên mayî jî di demên pêş de bo bîneran parve bike