Lêkolîneke li ser eşîrên Colemêrgê wek pirtûk hat weşandin
Akademisyenê Kurd, Engin Korkmaz mijara teza xwe ya doktorayê ku li ser Eşîrên Colemêrgê lêkolînan kiriye wek pirtûkeke weşand.
K24 – Wan
Akademisyenê Kurd, Engin Korkmaz mijara teza xwe ya doktorayê ku li ser Eşîrên Colemêrgê lêkolînan kiriye wek pirtûkeke weşand. Kormaz da zanin ku wî li ser pêwendiyên civakî û siyasî yên Eşîretên Colemêrgê lêkolîn kiriye û wan jêdaran jî bi vê pirtûkê radigihîne. Beşdaran jî bal kişandin ku xebatên li ser Kurdî, gelek bi zehmetî birêve diçin û kêm hebûna xwendevanên Kurdî jî pirsgirêkek e.
Akademisyenê Zaningeha Colemêrgê Engîn Korkmaz, lêkolîna xwe zanistî ku li ser Eşîrên Colemêrgê kiriye wek pirtûkek weşand. Pirtûk bi navê "Li Colemêrgê Pêwendiyên Eşîret û Siyasetê" bi zimanê Tirkî, ji weşanxaneya Sîtavê hat weşandin. Ji bo danasîna pirtukê roja îmze û gotûbêjê jî hat lidarxistin û zêdetirên wan ciwan beşdariyek girseyî çêbû.
Nivîskarê pirtûkê Engîn Korkmaz ji bo Kurdistan24 ragihand ku pirtûkeke li ser dîrokê tê weşandin û wî di pirtûkê de, li ser eşîret û pêwendiyên wan yên civakî û siyasî yen di navbera 1980-2011an de lêkolînan kiriye û ji pêwendiyên jin-mêr-malbatî heta siyasî û pêzanîn xelet yên li ser eşîratan jî bi agahiyên rast ravekiriye.
Nivîskar Engîn Korkmaz ji K24ê re li ser pirtûka xwe wiha axivî: "Wek mînak eşîretên ku koçberbûne û yên bicîhmayî bûne. Gelo rewş û weziyeta wan çi ne?, ka rola jinê, rola meran û rûsipiyan çewa bûye? Dîwanxaneyên wan çewa bûne? Eşîretên li Colamêrgê 2 konfederasyon in, yek Ertoşîne, ya din jî Pinyanişî ne. Me bapîrên wan dane nasîn."
Gotebêja li ser pirtûkê ku li Wanê hat lidarxistin, bi beşdariya nivîskar, xwendekar û welatiyan birêveçû. Nivîskarê Kurd Abdurrahman Bedîr jî balê kişand ku bi taybet kesên ku li ser Kurdî û Kurdan xebat dikin, gelek zehmetiyan dikşînin û ger ku pêkutî û zehmetî kêm bibin dê xebatên baştir û zêdetir jî bên kirin.
Niviskar Abdurrahman Bedîr got: "Astengkirinên li ser Kurdî, zêdebuyîna zextan nivîskaran nerihet dike. Nivîskar ji aliyê derûnîve rihet nîn in bi taybet jî nivîskarên Kurd."
Samet Aydenîz ku beşdarî gotebêja pirtûkê bûbû jî bal kişand ku zêdebûyîna xebatên Kurdî û li ser Kurdan ciyê kêfxweşiyê ye. Samet Aydenîz dibêje: "Bi zimanê Kurdî weşandina pirtûkan zede bûne, nivîskarên me yên Kurd jî zede dibin ew jî baş e. Lê nivîskarên Kurd zêdetir ji kêmbûyîna xwendina Kurdî gazincan dikin"
Danasîna pirtûka li ser Eşîrên Colemêrgê bi pirs û bersiva xilas bû.