Dîrok, êş, xweşî, şer û nexweşiyên Kurdan tên belgekirin

Dîroka Kurdî, têkoşîna Kurdan, û êş û zehmetî û şerê li ser gelê Kurd derbas bûne, hemû di bîreweriya Kurdan de mane.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Dîroka Kurdî, têkoşîna Kurdan, û êş û zehmetî û şerê li ser gelê Kurd derbas bûne, hemû di bîreweriya Kurdan de mane. Da ku ew bîrewerî bê belgehkirin û xelk ji derdora cîhanê bikarin dîroka vî miletî nas bikin, programa bîreweriya Kurdistan û bi hemahengî ligel Kurdistan24 projeyeke arşîvkirina çîrok û dîroka Kurdî dest pê kir.

Roja Yekşemê 28ê Cotmehê bi beşdarbûna hijmarek mezin ji kesayetiyên siyasî û civakî belgefilmê ew arşîv di rêwreskemekê de hate belavkirin û bi numayîşa belgefilmekî destpê kir.

Ev arşîv dê li ser malpera Kurdistan24 jî dê li berdest be û dê hejmarek ji çîrokên xebata Kurdan û zehmetiyên li ser wan derbas bûne bêne weşandin.