Nêçîrvan Barzanî: Şikandina terorê tenê li bereyên şer ne bes e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, têkbirina leşkerî ya terorê li bereyên şer û jêstandina axê bi tena serê xwe ne bes e û berdewamiya karên terorsîtî, civaka navdewletî dixe ber berpirsyariyeke mezin a jinavbirin û nehiştina terorê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê êrişa duh a li Misrê şermezar kir , ku di wê êrişê de hejmarek welatiyên Mesîhî bûbûn qurbanî. ragihand, “Em sersaxiya malbatên qurbaniyan û gel û hikûmeta Misrê dixwazin, em hevsoz û hevxemê wan in. Xwedayê Mezin sebrê bide û qurbaniyan bide ber bexşandina xwe. Em hêviya şîfayê ji bo birîndaran dixwazin.”
di beşeke din a peyamê de hat, “Encamdana vê tawanê ji aliyê DAIŞê ve, wê rastiyê nîşan dide ku têkbirina leşkerî ya terorê li bereyên şer û jêstandina axê bi tena serê xwe ne bes e û berdewamiya karên terorsîtî, civaka navdewletî dixe ber berpirsyariyeke mezin a yekxistina tawanan û hevahengiya zêdetir ji bo jinavbirin û nehiştina terorê.”
Duh li nêzîkî Dêra Enba Samuel a li parêzgeha Mînye ya Misrê çekdarên DAIŞê êrîşî ser otobuseke welatiyên Mesîhî, di encamê 7 kes hatin kuştin, 6 ji wan ji yek malbatê bûn û 14 kes jî birîndar bûn.
S. B