Hunermend Namet Esmayelzadeh li Stenbolê deng vedide

Çi kesê ku li dengê Hunermend Namet Esmayelzadehê Mahabadî guhdar dike dişibîne Îbrahîm Tatlises. Ew li Stenbolê dijî û dixwaze bi stranên Kurdî li Tirkiyê deng vede. Li aliyekî jî bi dilê wî ye ku hem ligel Zekeriya Abdullah û hem jî hunermendê Tirk Serkan Kaya re projeyekê çêke.

 

K24 – Stenbol

Çi kesê ku li dengê Hunermend Namet Esmayelzadehê Mahabadî guhdar dike dişibîne Îbrahîm Tatlises. Ew li Stenbolê dijî û dixwaze bi stranên Kurdî li Tirkiyê deng vede. Li aliyekî jî bi dilê wî ye ku hem ligel Zekeriya Abdullah û hem jî hunermendê Tirk Serkan Kaya re projeyekê çêke.     

Hunermendê Kurd Namet Esmayelzadehê ku ji Mehabata Rojhilatê Kurdistanê ye ev 4 sal in li Stenbolê dijî û hunera xwe li vir berdewam dike. Ew dixwaze li Tirkiyê bi stranên Kurdî û Tirkî deng vede. Ji bo vê jî beşdarî bêşbaziyên wek "Yetenek Sizsinîz û O Ses" Turkiye bûye. Çi kesê lê guhdarî bike deng û şêwaza wî dişibîne Îbrahîm Tatlises.

Hunermendê Kurd Namet Esmayelzadeh ji K24ê re wiha axiv: "Texmîna ev çar sal in ez li Stenbol im. Berî vê dere min li Dûbaiyê karê mûzîkê dikir. Beriya hemûyan jî min li şarê xwe Mehabadê dest bi karê stranbêjiyê kir. Eleqeya min hebû û bala min li ser bajarê Stenbolê bû digel stranên Tirkî. Pêşî bi Tirkî min goraniyên Îbrahîm Tatlises gotin. Ez dixwazin wek hûnermendekî Kurd xwe bidim nasîn li Tirkiyê."

Namet Esmayelzadeh li Stenbolê ji bilî kilûban di keştiyan de jî stranan dibêje. Guhdarên wî jî bi giranî Îranî û Kurd in. Piraniya hizkiriyên wî ji bo ku lê guhdarî bikin ji Kurdistanê tene Stenbolê.

Namet Esmayelzadeh dibêje: "Halê hazir ez li keştiyeke Îranî bernameyê çêdikim êvaran. Zortir Îranî tên digel hemû xoşevîstên min yên ji Kurdistanê. Mêvanê min zortir Kurd in û min nas dikin ku ez li Stenbolê bi şêwaza Îbrahîm Tatlises dibêjim."

Hunermendê Kurd Namet Esmayelzadeh dibêje; ji bo ku li Tirkiyê baştir bê nasîn ew beşdarî bernameyên wek Yetenek Sinîz û O Ses Turkiye bûye. Amanca wî ew e ku albûmeke ciyêwaz çêke bi zimanê Kurdî û diyarî Kurdistanê bike.

Herwiha got: "Bi wan bernameyan ez zortir hatim nasîn. Xelk baştir bi dengê min hisiya da ku karibe nas bike. Yê min jî di dilê min de arzûyek hebû da ku karibim karekî nû cedît bikim bi zimanê Kurdî. Xwedê hez bike dixwazim di demên pêş de albûmeke baş çêkim û bidim Kurdistanê."

Hûnermendê Kurd pir ji Zekeriya Abdullah û Eyûb Elî hez dike û dixwaze li Kurdistanê bi wan re li Tirkiyê jî digel hûnermendê bi nav û deng ku şuna Îbrahîm Tatlises tê nişandan yanî bi Serkan Kaya re projeyekê çeke. Ew dibêje; kêfa Serkan Kaya gelekî ji strarên Kurdî re tê û şêwazan wan jî zor dişibe hev.

Namet Esmayelzadeh got jî: "Ez dengê Zekeriya Abdullah pir diecibînim. Li Stenbolê digel wî daniştim. Herwiha Eyûb Elî jî pir hez dikim. Li Kurdistanê bi wan re li Tirkiyê jî xwedê hez bike dixwazim bernameyekê digel Serkan Kaya çêkim. Deng û şêwza me nêzîk hev e. Bi wî goraniyên Kurdî zor xweş e. Heta berî niha bi demekê ez pê re axivîm. Digel goranî Kurdî zor refîq e pê xweş e."

Hunermendê Kurd Namet Esmayelzadeh dibêje; heta niha ti kesî bi destê wî negirtiye û mil nedayê wek hûnermendên din. Ew bi hêza xwe hewl dide ku ji bo Kurdî karekî baş bike. Di nêzîkte jî wê albûmekê çêke hem bi Tirkî hem jî bi Kurdî. Di heman demê de ew dixwaze klîbekê jî çêke û diyarî diya xwe û bavê bike ku ev 4 sal zêdetirin ji wan dûr e û nekarî wan bibîne.