Amerîka hevkariya xwendekarên olî yên Kurdistanê dike

Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê hevkariya hejmarek ji xwendekarên olî yên bajarê Hewlêrê dike ji bo beşdarî programeke zimanê Îngilîzî bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê hevkariya hejmarek ji xwendekarên olî yên bajarê Hewlêrê dike ji bo beşdarî programeke zimanê Îngilîzî bibin.

Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê îro li rûpela xwe ya fermî li tûra civakî “Facebook” çend wêne belav kirin û ragihand, hevkariyên darayî dide 20 xwendekaran bo beşdarî programeke du mehan a zimanê Îngilîzî bibin.

Da zanîn, Konsolê Amerîkî bi wekatel Greg Morrison ji bo wê mebestê serdana mizgefta Sewaf û dibistana Şehîd Ebdula Pelpiyanî ya Îslamî kir û Amerîka bo heyama 2 mehan wê hevkariyê pêşkêşî wan xwendekaran dike ku beşdarî programa zimanê Îngilîzî bikin.

Herwiha amaje bi wê jî kir, Greg Morrison zanyarî derbarê ola Îslamê li Herêma Kurdistanê bihîst û guftûgo li ser girîngiya giyana hevqebûlkirin û pêkvejiyanê di navbera civakên olî yên Herêma Kurdistanê kir.

 

 

S. B

Fly Erbil Advertisment