Putin serdana Tirkiyê dike

Biryar e îro serokê Rûsya Vladimir Putin, ji bo beşdarî merasîmên bidawîbûna pirojeyê xeta xazê di nav Rûsya û Tirkiyê de bibe, serdana Stenbolê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Biryar e îro serokê Rûsya Vladimir Putin, ji bo beşdarî merasîmên bidawîbûna pirojeyê xeta xazê di nav Rûsya û Tirkiyê de bibe, serdana Stenbolê bike.

Hat ragihandin, ku Vladimir Putin û hevpostê wî yê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, piştî ku beşdarî merasîma temambûna kişandina boriya xazê di navbera herdu welatan de bibin, wê li Stenbolê li Koşka Mabeynê bicivin.

Peyvdarê (Kremlin) Dimetri Peskov derbarê xeta xazê dinavbera Rûsya û Tirkiyê de got: Ev piroje, ji bo ewlekariya xeta enerjiyê gaveke giring e û Ewropa jî, wê mifayeke mezin ji piroje bibîne.

Xeta boriya xazê ku ji du boriyan pêk tê, herdu borî di bin Derya Reş re derbas dibin û bi dirêjiya 930 kîlometran e û her yek ji wan boriyan kare 18.75 milyar metrên sêca, ji xaza siruştî veguhêze.

N.O