Du kesên kêmendam pêşangeheke cudewaz lidar xistin

Ev pêşangeha ku ji 40 wêneyan pêk tê bi zehmetiyek mezin û di demeke dirêj de hatiye amadekirin.

 

K24 – Enqere

Li Enqereya paytexta Tirkiyê du kesên kêmendam pêşangeheke ciyawaz lidarxistin. Di pêşangehê de mijara berjewendiya mirovan bi karîkatûran, talankirin û werankirina xwezayê jî bi rêya resman hatiye gotin. Ev pêşangeha ku ji 40 wêneyan pêk tê bi zehmetiyek mezin û di demeke dirêj de hatiye amadekirin.

Ev destên şikestî ku li ser wan kulîlk şîn bûne derbarê nexweşiya wan de hin zanyariyan dide mirovan. Ev dîmen ji pêşangeheke Enqereya paytexta Tirkiyeyê ne. Wenêsaz û karîkatûrîstên ku bi nexweşiya hestiyên şikestî ji dayîk bûne û jiyana xwe her tim li ser kursiyekî didomînin bi huner, kar û rûkeniya xwe ji bo derdora xwe dibin hêviyek. Wenesaz Elîf Gamze Bozo û Cuneyt Ozenê ev 13 sal in bi hev re ne, di vê pêşangeha yekem a hevpar de behsa têkoşîna mirov ya bi jiyan û xwezayê re û herwiha behsa şer, aştî, evînî, xemgînî û gelek hêstên din dikin.

Wênesaz Elîf Gamze Bozo ji K24ê re got: "Di sala 1984an de li Enqerê bi nexweşiya hestiyên şikestî ji dayîk bûm. Piştî ku dibistan xilas bû min li zanîngehê li rojnameyekê dest bi xebatê kir û li wir fêrî kişandina wêneyan bûm. Niha jî min û mêrê xwe pêşangehek vekir. Çîroka min ya resman jî ew e ku min demek beriya niha qezayek piçûk derbas kir û li malê mam. Di wê demê de jî dayîka min got resman xêz bike û min dest pê kir û wisa ev pêşangeh encam da. Me xwest bi reya pêşangehê vê yekê ji hemû kesan re nîşan bidin û ji bo wan bibin wekî hêviyekê."

Di pêşangeha ku bi navê "Human" ango "Mirov" hatiye lidarxistin de karîkatûrîst Cuneyt Ozen jî balê dikişîne ser berjewendiyan û dibêje di heyama ku em tê de dijîn de têkiliyên hemû mirovan ji ser berjewendiyan ve birêve diçin.

Karîkatûrsaz Cuneyt Ozen dibêje: " Min bi kovarên zarokan dest bi karîkatûran kir, min gelekî ji kovarê zarokan hezdikir û dema dihatin ber destên min her ez bi karîkatûrên wan mijûl dibûm. Ev pêşangeha me jî di nava salekê de hate amadekirin, Ez û hevjîna min Elîf em ji ber nexweşiya xwe nikarin bilez tevbigerin. Ev yekem pêşangeha min e û ez gelekî kêfxweş im. Ez hêvî dikim ev pêşangeha me ji bo hemû kesan bibe hêviyek.

Wênesaz û karîkatûrîst amaje pê dikin huner ji bo hebûna wan rêyeke û ew di vê rêyê de birêve diçin. Herwiha pêşangeha ku 40 wêne û karîkatûrên cuda cuda di nava xwe de dihewînê dê li gor daxwazê li derveyî Enqerê jî were pêşandan.