Mogherînî: Divê Tirkiye biryara DMME bicih bike û Demîrtaş were berdan

Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî dibêje, divê hikûmeta Tirkiyeyê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bicih bike û Demîrtaş were berdan

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî dibêje, divê hikûmeta Tirkiyeyê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bicih bike û Demîrtaş were berdan. Hevseroka HDPê Perwîn Buldan jî careke din banga azadkirina Demîrtaşî dike û dide zanîn ku divê biryara dadeghê ji bo siyasetmedarên din ên girtî jî bibe mînak.

Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî û Berpirsê Firehkirina Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn li Enqereyê digel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu civiyan û pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewropayê gengeşe kirin. Yek ji wan xala girîng a hevdîtina wan siyasetmedar û rojnamevanên girtî bûn û Mogherînî ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di zûtirîn dem de were azadkirin.

Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî got: “Divê Tirkiye pabendî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê be. Ji bo mafê mirovan ev meseleyek girîng e û divê Tirkiye biryara dadgehê bicih bike. Tirkiye razî be jî nerazî be jî asta dadgehên me bilind in û di yasayên me de dualîtî tine ye.”

Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî li ser azadkirina Demîrtaşî rijd e û careke din bang li hikûmeta Tirkiyeyê dike ko pabendê biryara Dadgeha Mafê Mirovan be.

Hevseroka HDPyê Perwîn Buldan got: “Divê dadgehên Tirkiyeyê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê cihbecih bike û Selahattîn Demîrtaş û siyasetmdarên din azad bike. Bêguman ev biryar taybet ji bo Demîrtaşî hatiye dayîn lê girîng e ji bo hevalên me yên din ên girtî jî bibe mînak û ew jî werin azadkirin.”

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê duh daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê kiribû ko Selahattîn Demîrtaş were berdan. Lê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan daxwaza dadgehê red kiribû.

 

 

 

C.B