Gumankarê DAIŞ: Min dinav rêzên Artêşa Azad de şer kir!

Kesek ku bi gumana endamtiya DAIŞ li bajarê Kayseri yê Tirkiye hatî dadgehkirin, diyarkir ku, “Wî dinav rêzên Artêşa Azad a Suriye de şer kiriye”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kesek ku bi gumana endamtiya DAIŞ li bajarê Kayseri yê Tirkiye hatî dadgehkirin, diyarkir ku, “Wî dinav rêzên Artêşa Azad a Suriye de şer kiriye”.

Kesê bi nave Semîr Ebdulhadî yê welatiyê Suriye, ku bi rêyên neyasayî derbasî Tirkiye bû ye, li bajarê Kayserî yê Tirkiye hatiye girtin û li Dadgeha 4emîn a sizayên giran “parastina” xwe kir.

Di parastina xwe de Ebdulhadî anî ziman ku, li gel DAIŞ nebûye, lê di nav rêzên Artêşa Azad a Suriye de şer kiriye. Liser girtevidyoyên di nav mobayl a xwe de, ku al û vidyoyên DAIŞ cîh digrin de, diyarkir ku, “Ew nizane ew vidyo çawa di mobaylê de cîh digirin, jiber ku mobayl bi destê duyem li Idlib a Suriye kiriye”.

Dadgehê biryara berdewamiya girtinê da û doz bi demek pêş diyarkir.

 

 

C.B