Rêvebirin PAKê Feyyaz Ekmen û Siraç Kırıcı li İzmîrê Hatin Girtin
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi egera desteserkirina rêvebirên PAKê Feyyaz Ekmen û Siraç Kirici daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, ku kopyeyek jê gihand K24

K24 – Navenda Nûçeyan
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi egera desteserkirina rêvebirên PAKê Feyyaz Ekmen û Siraç Kirici daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, ku kopyeyek jê gihand K24.
Ev naveroka daxûyaniya PAKê ye
Rêvebirin PAKê Feyyaz Ekmen û Siraç Kırıcı li Balafirgehega İzmîrê Hatin Girtin
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen û endamê Meclîsa PAKê Siraç Kırıcı, roja 22.11.2018an, gava ku ji Almanyayê dihatin Tirkîyeyê, li Balafirhega İzmîrê hatin girtin.
Nuha hevalên me li Emnîyetê li benda îfade dayînê ne.
Sebebê girtina wan ne dîyar e.
Parêzer bi wan eleqedar dibin. Îro wê wan derxînin pêşberî dozgeran.
Em girtina her du hevalên xwe şermezar dikin. Divê demildest bêne berdan.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
C.B