Çavuşoglu: Mogherini sînorê xwe derbas kir

Li gor Çavuşoglu, Mogherînî bi banga azadkirina Demîrtaş, sînorê xwe derbas kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Nerazîbûnên hikûmeta Tirkiyê ya li dijî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê berdewam dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu rexneyên tûnd li biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya ji bo azadkirina Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî digre.

Çavuşoglu dibêje, biryara dadgehê ne yasayî ye, lê siyasî ye. Heta niha gelek welatên Yekîtiya Ewropayê hene ko biryarên dadgehê cîbecî nekirin e û endambûna wan jî neketiye xetereyê. Ger Tirkiye jî, pabend nebe pêvajoya endamtiya Tirkiyê jî  nakeve xetereyê û dê dijbûna wan a beramberî vê biryarê berdewam bike.Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha nerazîbûn li dijî Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî jî nîşan dide. Li gor Çavuşoglu, Mogherînî bi banga azadkirina Demîrtaş, sînorê xwe derbas kiriye.

Di vê derbarê de Parlementerê HDPyê Musa Farisogullari anî ziman:

Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî, ji vê helwesta hikûmeta Tirkiyê gelek nerazî ye. HDP li  81 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê xwenîşandanên hevdem dike û dixwaze siyasetmedarên girtî yên HDPyê di zûtirîn dem de werin azadkirin.

Berî niha bi 2 rojan Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara azadkirina Selahattîn Demîrtaş dabû. Lê hikûmeta Tirkiyê li dij derdikeve û biryara dadgehê red dike.

 

 

C.B