MHP: Hevpeymaniya bi AK-Partî re berdewam e
MHP û AK-Partî ji bo hilbijartinên şaredariyan lihev kirin û MHP li 3 bajarên Tirkiyê yên mezin namzetan diyar nake.

K24 – Navenda Nûçeyan
MHP û AK-Partî ji bo hilbijartinên şaredariyan lihev kirin û MHP li 3 bajarên Tirkiyê yên mezin namzetan diyar nake.
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Dewlet Bahçelî eşkere kir, Li dijî HDP û CHPê dê hevpeymaniya wan a digel AK-Partiyê berdewam bike û ji bo AK-Partî biser bikeve li bajarên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê namzetan diyar nakin.
Meha bûrî AK-Partî û MHP dawî li hevpeymaniya xwe ya hilbijartinan anîbûn. Lê berî niha çend rojan serokên her du partiyan ji bo çêkirina hevpeymaniya hilbijartinê careke din kom bûbûn.
Hilbijartinên şaredariyan dê di 31ê Adara 2019an de birêve biçin û xelkê Tirkiyê dê şaredarên xwe hilbijêrin.
S. B