Li Stenbolê 4 serbazan jiyana xwe jidest dan
Îro helîkopterek serbazî li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hat xwarê û di encamê de, 4 serbazan jiyana xwe jidest dan û yekî din jî birîndar bû.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro helîkopterek serbazî li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hat xwarê û di encamê de, 4 serbazan jiyana xwe jidest dan û yekî din jî birîndar bû.
Ew helîkopter di dema encamdana erkê xwe de, li navçeya Sancaxtepe ya Stenbolê hat xwarê.
Parêzgarê Stenbolê Elî Yerlikaya di daxuyaniyekê de got: Helîkoptereke me ya serbazî di dema perwerdê de hat xwarê û heya niha em sedema ketina wê nizanin.
Li gorî zanyariyan, ew helîkopter di nava malan de ket û piştî wê bûyerê, wezîrê bergiriya Tirkiyê Hulusi Akar, serdana cihê bûyerê kir û lêkolîn hatin destpêkirin.
N.O