HDP: Divê hikûmet Demîrtaş û girtiyên siyasî serbest berde

HDP ji desthilata Tirkiyê dixwaze pabendî biryara Dadgeha Mafê Mirovan be û demildest Selahedîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

HDP ji desthilata Tirkiyê dixwaze pabendî biryara Dadgeha Mafê Mirovan be û demildest Selahedîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Cîgira Serokê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Fatma Kurtulan di civîneke rojnamevanî de rexne li budçeya 2019 ya hikûmetê girt û da xuyakirin, di vê budçeyê de jin karker û kedkar û demokrasî nîne,  xwendekar û jîngeh nîne û tenê berjewendiyên alîgirên desthilatê hatine parastin.

Kurtulan hevkariya navbera AK Partî û MHP wek "hevpeymaniya şer" bi nav dike û dibêje, destpêka hilbijartinê bi operasyonan bû dehan endam û rêveberên wan hatine binçavkirin.

Kurtulan got, eger Tirkiye girêdayî hiqûqê be, divê demildest pêwîstiya biryara Dadgeha Mafên Mirovan bicîh bîne û di serî de Selahedîn Demîrtaş, hemû girtiyên siyasî demildest berde.

 

S. B