Li ser şerê Rojhilata Navîn pêşahgehek hat vekirin

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li ser şerê Rojhilata Navîn ku di sala 2010an de dest pê kir û niha hêj jî berdewam e, pêşangehek hate lidarxistin.

 

K24 – Enqere

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li ser şerê Rojhilata Navîn ku di sala 2010an de dest pê kir û niha hêj jî berdewam e, pêşangehek hate lidarxistin. Di pêşengeha bi navê "Bihara ku Nepişkiviyaye" de kuştina mirovan, di encama teqînan de wêrankirina mal, bajar û herêman bi awayekî ciyawaz, bi destên wênesazekê ve hatiye ravekirin.

Bihara ku Nepişkiviyaye …Ev dîmenên ciyawaz ji pêşangeheke taybet a wênesazekê ne ku wêneyên xwe ji bilî firça û pênûsan bi hin materyalên cuda yên wekî qûmaş, parçeyên ereba û hesinan sazkirine. Di vê pêşangeha ku li Enqereya paytexta Tirkiyeyê hate lidarxistin de mijar şerê li Rojhilata Navîn e ku di sala 2010an de destpêkir û hêj berdewam e. Wenesaz Yasemîn Coşkûn dibêje li Rojhilata Navîn bi mîlyonan mirov ji aliyê sedan rêxistinan ve tên kuştin û kûjer ne diyar in lê belê tiştekî hevpar heye ku gelek êrîş bi otomobîlan tên kirin. Ji ber wê yekê, Coşkun bi weneyeke wisa jî bal kişandiye ser rewşa heyî.

Wênesaz Yasemîn Coşkun ji K24 re got: "Rojekê di bernameyekê de dîmenekê bala min kişand. Di bernameyê de dîmenên bombebaranan û bajarên wêranbûyî hebûn. Dîmenek ji wir ji min re gelekî estetîk hat lê belê ez bi vê yekê gelekî xemgîn bûm. Ji ber ku li wan deran bi mîlyonan mirov hatine kuştin. Piştî vê yekê ji 2010an ve min dest bi sazkirina wêneyan kir û her wêneyek rastiyeke şer di nava xwe de dihewîne û min xwest bi vê pêşangehê hessasiyetekê di nava civakê de çêbikim di derbarê şerê navxweyî yê Rojhilata Navîn de."

Xwediyê galeriyê jî amaje pê dike ku wêneyên tên pêşandan divê beriya her tiştî xwedî çîrokek an rastiyekê be û ji ber ku ev wêne di nava xwe de vê yekê dihewinîn bala wî kişandiye.

Xwediyê Galeriyê Îbrahîm Demîrel dibêje: "Bi vekirina vê pêşangehê ez gelekî kêfxweş im. Ez bi salane bi vî karê hûnerî re mijûl im. Min gelekî ciyawaz dît ev pêşangeh. Gelek wêne bi boyax, firçe û ser kaxizan tên sazkirin Lê belê di wir de materyalên ku hatine bi kar anîn gelekî cûda ne. Ji bo Tirkiyeyê jî ev pêşangeh di vî warî de bo mînakek baş."

Welatiyên ku serdana pêşangehê jî kirin hest û ramanên xwe yên derbarê wênayan de rave kirin.

Welatî Sîbel Turgut: “Min di gelek pêşangehê wênesaz Coşkun de cîh girt lê belê ev pêşngeheke balkêş e. Di her wêneyekê de hestek heye û ji ber ku teknîka ku bi kar anîye cuda ye mirov zêdetir wê rastiyê hîs dike.”

Welatî Reşîde Şafak: "Wêne pir xweşik in û her yek xwedî çîrokekê ye. Dema ez li pêşangehê digerim ew şerê Rojhilata Navîn ku em ser televîzyonan dibînin tê berçavên min."

Herwiha pêşangeh ji 50 wêneyan pêk tê û kesên ku bixwazin dikarin heta 7ê Berfanbarê serdana pêşangehê bikin.