Êrîş li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin

Îşev piştî demjimêr 12:00ê şevê, bi rêya çend dronên bombekirî, êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hate kirin.

Hewlêr (K24) – Îşev piştî demjimêr 12:00ê şevê, bi rêya çend dronên bombekirî, êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.

Dije-Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê ev agahî piştrast kir û ragihand ku beriya demeke kin, bi rêya dronên bombekirî êrîş li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê çend dron ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve li nêzîkî balafirgehê hatine xistin.

Hêj li ser cihên ku dron hatine firandin zanyarî nehatine belavkirin.

Hêj derbarê cihên ku dron hatine firandin zanyarî nehatine belavkirin, lê Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand ku ji ber êrîşê zirar negihiştiye canê ti kesî.