Fîlmekî Kurdî di nava 24emîn Festîvala Gerok de beşdar e

Li Enqerê paytexta Tirkiyeyê 24emîn Festîvala Gerok ya fîlman dest pê kir.

 

K24 – Enqere

Li Enqerê paytexta Tirkiyeyê 24emîn Festîvala Gerok ya fîlman dest pê kir. Di çarçoveya festîvalê de jî fîlmekî Kurdî yê bi navê "Di Navberê De" ku ji aliyê derhênerê Kurd Alî Kemal Çinar ve li ser mijara kêşeyên duzimanîye hatiye kişandin jî hate pêşandan.

Li Enqerê 24emîn Festîvala Gerok ya Fîlman îsal bi mijara penaber û kêşeyên penaberan derket pêşbêrî hezkiriyên xwe. Festîvala ku her sal tê sazkirin û tenê li 3 bajaran derdikeve pêşberî sînemahezan xwe de fîlmên bi zimanên cuda cuda jî tên pêşandan. Berpirsê Festîvalê jî rave dike ew her sal ji bo Festîvala Gerok kêşeyeke civakî hildibijêrin û di çarçoveya vê mijarê de fîlmên eleqedar li sînemayan bo welatiyan didin pêşandan.

Berpirsê Festîvalê Ahmet Gurata li ser vê festîvalê ji K24ê re got: “Ji sînemayên welatên dûr fîlmên me hene ligel vê fîlmên yên bi zimanên cuda wekî Kurdî, Îngilizî jî hene. Birastî ev tiştekî zehmet e. Çimkî em gelek fîlmên ku li ser kêşeyeke civakî radiwestin di sînemayan de nabînin. Lê belê em vê yekê girîng dibînin û em dixwazin ji bilî fîlmên popûler, filmên ku li qeraxê jî mane bigihijînin hezkiriyên sînemayê."

Di çarçoveya bernameya îsal de fîlmekî Kurdî jî ku ji aliyê Derhênerê Kurd Alî Kemal Çinar ve hatiye kişandin jî hate pêşandan. Çinarê ku ji Diyarbekirê ye û beriya niha derhêneriya Kurte Fîlmên, Veşartî û Genco jî kiriye vê carê bi fîlmê xwe yê bi navê "Di Navberê De" derket pêşberî sînemahêzan.

Derhênerê Fîlmê "Di Navberê De Alî Kemal Çinar ji K24ê re got: "Fikrê fîlmê li ser ziman derketibû. Karakterê mi Osman heye. Ew nikare du zimanan bi hev re bi kar bîne. Bi Tirkî diaxive lê fêm nake, herwiha Kurdî fêm dike lê nikare biaxive. Li ser pirsgrêka ziman, ser Kurdî, di navbera du zimanan de mayîn ser van pirsgrêkan dimêşe fîlm. Aliyekî ve jî mîzah û îroniya wî heye. Di encamê de bê zimanî û di navber de mayînê pirsgrêk dibîne fîlm."

Ji aliyekî din ve jî derhêner Elî Kemal Çinar behsa rewşa sînemaya Kurdî dike û dibêje her çiqas pêvajoyeke xirab be jî divê dîsa fîlmên Kurdî werin kişandin.

Alî Kemal Çinar dibêje: "Di salên dawî de hinekî sekan heye di aliye sinemaya Kurdî de lê dîsa jî di vê rewşê de çiqas fîlm werin kişandin hewqas baş û girîng dibe. Lê dîsa jî fîlm tên kişandin ew jî tiştekî baş e lê ez wisa meyze dikim herî dawî hinekî qelsî an sekan heye di sinemaya Kurdî de."